Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Hatîce Levent: Sûcê me çi ye? Em ewladên xwe dixwazin

Hatîce Levent: "15 meh e ku em li vê derê ne. Ji HDPyê kesî negot hûn çima li vê derê ne. Em her roj bi derd û kulên ewladên xwe li vê derê radizên û radibin. Ji me ra gotinên nexweş dibêjin. Sûcê me çi ye? Em ewladên xwe dixwazin"

23.10.2020 - Rojanekırın : 24.10.2020
Hatîce Levent: Sûcê me çi ye? Em ewladên xwe dixwazin

Diyarbakir

Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê yên bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 417mîn da dewam dike.

Hatice Leventa ji Kutahyayê bo keça xwe Fadîmeyê beşdarî çalakiyê bû got ku wê gelek bêriya ewlada xwe kiriye.

Leventê bangî qîza xwe kir û got: "Di bextê te da me heke tu me dibînî û dibihîsî vegere were. Bes e êdî ji destê hesreta te. Min bêriya te û bangkirina te ya dayê kiriye."

Di axaftina xwe da Leventê got ku ew 15 meh e li pêşiya avahiya HDPê çalakiya xwe didomînin û HDPyî wan tune dihesibînin.

Leventê operasyonên ku li hemberî rêvebirên HDPê duh hat kirin bi bîr xist û got: "15 meh e ku em li vê derê ne. Ji HDPyê kesî negot hûn çima li vê derê ne. Em her roj bi derd û kulên ewladên xwe li vê derê radizên û radibin. Ji me ra gotinên nexweş dibêjin. Sûcê me çi ye? Em ewladên xwe dixwazin. Wan çawa zarokên me birin bila wisa jî bînin."

Ji dayikan Hatîce Aya ku bo kurê xwe Muhammed Canbeyê 6 sal berê hêj 16 salî bi xapandin revandine serê çiyê beşdarî çalakiya dayikan bû jî got: "Ewladê min nexweş bû lê digel vê ew hat xapandin û revandin serê çiyê. Ez ji bo kurê xwe li vê derê me. Ez ewladê xwe ji HDPê dixwazim. Heta ez kurê xwe nebim, ji vê derê naçim."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.