Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

"Ev qesdî ewladên milet dikin"

Songul Altintaş:"Ev qesdî ewladên milet dikin, cegera wan ji wan distînin. Ma êşeke ji vê mezintir heye?"

12.08.2020 - Rojanekırın : 13.08.2020
"Ev qesdî ewladên milet dikin"

Diyarbakir

 Nobeda ku dayikên Diyarbekirê li ber Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê dan destpêkirin da ku zarokên wan ên revandî li wan werin vegerandin, dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlonê da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 345emîn.

Songul Altintaş ku ji wan dayikan e, rahêştine wêneyên zarokên xwe û çalakiya xwe didomînin, diyar kir ku ev bi qasî salekê ye çalakiya wan didome.

Altintaşê bal kişand ku heta zarokên wan neyên, ew ê çalakiya xwe bi dawî nekin û wiha axivî, "Ev çalakî, rawestgeha me ya dawîn e. 6 sal e em li mala xwe rûneniştin. PKKyê kurê min revand, em nikarin ji wan bistînin. Ev qesdî ewladên milet dikin, cegera wan ji wan distînin. Ma êşeke ji vê mezintir heye? 40 sal e zilma ku li milet dikin, lîstikên ku ji ser Kurdan ra dilîzin, bes e. Qaşo pişta Kurdan dikin, lê timî bi Kurdan didin kişandin."

Abdullah Demir jî bal kişand ku ev 345 roj e ew çalakiya xwe didomînin.

Demir diyar kir ku HDP naxwaze, dê û bavên di çalakiyê da bibîne û wiha dewam kir, "5 sal e kula me ya ewladê heye. Ne roja me roj e, ne jî şeva me şev e. 10 eyd derbas bûn, lê hê jî me di mala xwe da eyd nekir. Ez bangî parlamenteran dikim, êdî bira dengê vî konê bibihîzin. Kurê min bira were û teslîmî edaleta Tirkan bibe."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.