Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Dayikên Diyarbekirê yên ku çalakiya rûniştinê didomînin zarokên xwe dixwazin

Mehmet Sıddık Kaya  | 25.07.2021 - Rojanekırın : 27.07.2021
Dayikên Diyarbekirê yên ku çalakiya rûniştinê didomînin zarokên xwe dixwazin

Diyarbakir

 Dayikên Diyarbekirê yên zarokên wan bi xapandin revandine serê çiyê û bi hêviya bigihêjin ewladên xwe nobeta ku li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr ya HDPyê dane destpêkirin, didomînin.

Çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê ku bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bona serê çiyê hatine revandin di 3yê Îlona 2019an da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 692yem.

Nîhal Çîftçiya ji Hekariyê hatiye Diyarbekirê û ji bo kurê xwe yê Emîrcan yê ku 9 sal berê di 14 saliya wî da revandin serê çiyê çalakiya rûniştinê dike, got ku kurê wê di demeke Eyda Qurbanê da hat xapandin û revandin.

Çiftçiyê bal kişand ku ew heya negihîje kurê xwe, ew ê çalakiya xwe bidomîne û wiha got, "HDP bira kurê min bîne bide min. Ez kurê xwe dixwazim."

Çiftçiyê bangî kurê xwe kir û wiha got, "Were teslîmî dewletê bibe. Kurê min li wir nayê ew der ne li gorî kurê min e. Kurê min jî bira li wir nesekine û were teslîmî dewletê bibe."

Celil Begdaşê bav jî diyar kir, ew ji bo bigihîje kurê xwe Yusuf ê ku renvandine serê çiyê, çalakiya xwe didomîne.

Begdaş bal kişand ku ev 4 çar eyd in ew dûrî kurê xwe ye û wiha dewam kir, "Min bêriya kurê xwe kiriye. Kurê min heta neyê ez ê li vir bim."

Begdaş bangî kurê xwe kir ku teslîmî hêzên ewlekariyê bibe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.