Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Dayikên Diyarbekirê piştgirî da malbatên Wanî yên zarokên wan revenadine serê çiyê

Dê û bavên li pêş avahiya serokatiya HDPyê rûniştibûn bangî ewladên xwe kirin ku bila werin û teslîm bibin

Mesut Varol  | 08.04.2021 - Rojanekırın : 09.04.2021
Dayikên Diyarbekirê piştgirî da malbatên Wanî yên zarokên wan revenadine serê çiyê

Van

Dayikên Diyarbekirê yên di çalakiya rûniştinê da ne piştgirî dan malbatên li Wanê ku HDPyê berpirsê revandina zarokên xwe dibînin.

25 malbatên li ser Kolana Komarê hatin bal hev pankartên "Êdî bes e destê xwe ji qirika me derxin", "Zarokên me wê nebin qurbana kesî" û "Em zarokên xwe dixwazin" nivîsîbûn bilind kirin.

Malbatan dijî PKKya rêxistina terorê û HDPyê dirûşme berz kirin û 10 malbatên ji Diyarbekirê hatibûn jî piştevaniya wan kirin û heta ber avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê meşiyan..

Malbatan bertek nîşanî endamên partiyê yên di Avahiya Bajêr a HDPyê bûn dan û bangî zarokên xwe kirin û xwestin ku bila ew werin û tesîm bibin.

- "Em li pêş wê partiyê ne ku zarokên miletê direvîne"

Suleyman Aydin ê ji Diyarbekirê ku kurê wî revandinê serê çiyê got ku ew bo piştevaniyê ji Diyarbekirê hatin cem malbatên Wanî û wiha pê da çû: "Em li pêş wê avahiyê ne ku zarokên miletê direvîne. Bi vana ra qasî serê derziyê wijdan tuneye. Wek malbatên ji bo ewladên xwe di nobetê da ne em ê heta ji dest me tê dengê xwe bilind bikin. Em zarokên xwe dixwazin û ji ber derê wan jî naçin."

Ayşegul Bîçer a ji Diyarbekirê bo piştgiriyê bide malbatên Wanî hatibû jî got ku ew heta ewladê xwe hilnede dev ji nobetê bernade û bangî dayikan kir û got: "Bi saya dayikan wê PKK biqede."

Nazli Sancara ji Wanê ku qîza wê revandine serê çiyê jî destnîşan kir ku berteka dayîk nîşan didin her diçe zêde dibe û ragihand ku berpirsê revandina wan zarokan jî HDP bi xwe ye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.