Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Dayikên Diyarbekirê nobeta ewladan bi biryardarî didomînin

Aziz Aslan  | 01.08.2022 - Rojanekırın : 03.08.2022
Dayikên Diyarbekirê nobeta ewladan bi biryardarî didomînin

Diyarbakir

 Dayikên Diyarbekirê ji bo zarokên xwe yên ku revandine serê çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê çalakiya rûniştinê bi biryardarî didomînin ku bigihêjin ewladên xwe.

Dayikên Diyarbekirê ji bo revandina serê çiyê ya zarokên xwe, HDPyê wekî berpirsiyar dibînin û ji 3yê îlona 2019an vir va çalakiya rûniştinê dikin ku çalakiya wan ket roja 1064emîn.

Ji dayikan Necîbe Çîftçî seba Rojhatê kurê xwe yê ku di 16 saliya wî da revandin serê çiyê ji Hekariyê hat û beşdarî çalakiyê bû.

Çîftçiyê got, "Ewladekî min şehîd kirin, yê din jî birin serê çiyê." û daxuyand, wê qeyda kurê xwe di lîseyê da çêkir, lê kurê wê revandin serê çiyê.

Çîftçiyê diyar kir ku ew hesreta kurê xwe ye û wiha dewam kir:

"Em havîn, zivistanê nexweş bin û têkevin nav heriyê jî, li pêşiya avahiya HDPyê rûdinên. Ez bendewarê ewladê xwe me. Kurê min ji min standin û li serê çiyê mehkûmî şikeftan kirin. Min bîra kurê xwe kir. Ez nikarim herim malê. Nikarim deriyê odeya wî vekim. Solên wî û kincên wî hê dimînin. Ez ewladê xwe ji HDPyê dixwazim. Heta ez ewladê xwe hilnedim, ji vê derê naçim."

Çîftçiyê bangî kurê xwe kir ku teslîmî hêzên ewlehiyê bibe.

Abdullah Demirê ku ji bo Fatihê kurê xwe çalakiyê dike jî diyar kir ku di 2015an da kurê wî hat revandin.

Demir daxuyand ku ew di her şert û mercan da nobeta ewladan digirin û wiha dewam kir, "Heta em ewladên xwe hilnedin, em ji vê derê ranabin. 37 ewladên me hatin. Kurê min bireve were, teslîmî edaleta Tirk bibe. Kurê min tu taca serê min î. Were bira ev hesret kuta bibe. Were hembêza dê û bavê xwe."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.