Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Dayikên Diyarbekirê nobeta ewladan bi biryardarî didomînin

Osman Bilgin  | 03.08.2021 - Rojanekırın : 04.08.2021
Dayikên Diyarbekirê nobeta ewladan bi biryardarî didomînin

Diyarbakir

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê seba zarokên xwe yên revandine serê çiyê, li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê da destpêkirin, bi biryardarî dewam dike.

Dayikên Diyarbekirê ku ji revandina serê çiyê ya zarokên xwe HDPyê wek berpirsiyar dibînin, ji 3yê Îlona 2019ê vir va çalakiya rûniştinê dikin û çalakiya wan di roja 701em da dewam dike.

Zekiye Bozdaga ku seba Suleyman Çetînkayayê birayê xwe çalakiyê dike, diyar kir ku ji 30ê tebaxa 2019ê vir va haya wan ji birayê wê tuneye.

Bozdagê got, "HDPyiyan birayê min xapand û revandin serê çiyê. Em di avahiya bajêr a HDPyê da li birayê min geriyan. Gotin ku ew Suleyman nas nakin. Hal ew e ku birayê min ji vê avahiyê şandin. Dîmenên kameraya ewlehiyê derketin." û daxuyand ku heta ew negihêje birayê xwe, wê nobeta ewladan bidomîne.

Bozdagê wiha xeberda, "Di 3yê îlona 2019an da em bi malbatî hatin vê derê. Ji wê rojê vir va em li ber vî derî ne. Înşellah wê di demeke nêz da hemû zarok teslîm bibin. Ez heta birayê xwe nebim, teqez ji vê derê naçim. Heta ku zarokek jî bimîne em ê çalakiyê bidomîmin."

Bozdagê bangî birayê xwe kir û wiha got, "Suleyman heke tu min dibînî, dengê min dibihîzî, teslîmî edaletê bibe."

Nurettîn Odumlu jî ji Sêrtê seba Yusufê kurê xwe yê ku di 16 saliya wî da revandin serê çiyê, çalakiyê dike. Odumlu jî diyar kir ku 8 sal e haya wan ji ewladê wî tuneye.

Odumlu wiha xeberda, "HDPyiyan ewladê min xapand û bir serê çiyê. 8 sal e min dengê ewladê xwe nebihîstiye. Sax e, mirî ye ez nizanim. Hefteya borî zarokên 3 hevalên me hatin, hêviya me çêbû. Em zarokê xwe ji HDPyê dixwazin. Heta ku HDP kurê min nede em ji ber deriyê wan ranabin. Em ê heta dawiyê çalakiya xwe bidomînin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.