Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Dayikên Diyarbekirê nobeta ewladan bi biryardarî didomînin

20.11.2020 - Rojanekırın : 21.11.2020
Dayikên Diyarbekirê nobeta ewladan bi biryardarî didomînin

Diyarbakir

 Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê yên bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 445an da dewam dike.

Aydan Arslanê ji dayikên bi wêneyên zarokên xwe çalakiyê didomînin got ji bo Aysuna qîza xwe çalakiyê dike û wiha axivî: "Hetanî ewladên me werin em ê çalakiyê bidomînin. Em ji HDPyê ewladên xwe dixwazin."

Arslanê destnîşan kir ku 20 ewladên teslîmî hêzên ewlekariyê bûn gihîştin malbatên xwe û got, "Qîza min tu jî bibe ya 21ê. Hûn gişt birevin, teslîmî hêzên ewlakariyê bibin."

Saadet Odumluya ji bo Yusufê kurê xwe yê revandin çiyê ji Sêrtê hat beşdarî çalakiyê bû jî diyar kir ku 6 sal e ji kurê xwe qetiyaye.

Odumluyê got hetanî bigihêjin zarokan ew ê çalakiyê bidomîne û wiha pê da çû: "Înşallah em ê di demeke nêz da zarokên xwe hildin û herin malên xwe. Em guh nadin havîn, zivistan û nexweşiyê çalakiyê didomînin."

Odumluyê bangî Yusufê kurê xwe kir û got, "Kurê min lêxe were, êdî bes e, hizûra me nema."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.