Dayikên Diyarbekirê ji pêvajoya "Tirkiyeya Bêteror" kêfxweş in
Ayten Elhamana dayik: "Înşelah zarokên me dê werin û hemû dayik dê şad bibin. Êdî bira dayik negirîn. Ev serkeftin ya dayikan e û ya Tirkiyeyê ye"

Diyarbakir
Dayikên Diyarbekirê yên bi hêviya bigihêjin ewladên xwe li pêş avahiya berê ya Serokatiya Bajêr a HDPyê nobeta rûniştinê didomînin, kêfxweş in ku di pêvajoya "Tirkiyeya Bêteror" da biryara fesix û çekdanînê ya rêxistina terorê PKKyê hat ragihandin.
Çalakiya rûniştinê ya malbatên ku rêxistina terorê PKKyê zarokên wan revandine serê çiyê, di 3yê Îlona 2019an da li ber avahiya HDPyê ya parêzgehê dabûn destpêkirin, di roja xwe ya 2079an da didome.
Bi saya serê çalakiya rûniştinê ya bi biryardarî hat domandin, 61 malbatî ewladên xwe ji nav lepê terorê derxistin.
Malbatên ku rahiştine wêneyên zarokên xwe û di çalakiya xwe da berdewam in, biryara fesix û çekdanînê ya rêxistina terorê PKKyê nirxandin.
- "Ev serkeftin ya dayikan e û ya Tirkiyeyê ye"
Ayten Elhamana dayik diyar kir ku wê zehf bêriya kurê xwe Bayram kiriye ku 7 sal e ew nedîtiye û wiha dewam kir:
"Ev qedera 6 salan e em li vir in. Em bêhêvî nebûn, înşelah dayik bi ser ketin. Xwedê ji Serokomarê me razî be. PKKyê çek danîn, biryara fesxê da. Înşelah zarokên me dê werin û hemû dayik dê şad bibin. Êdî bira dayik negirîn. Ev serkeftin ya dayikan e û ya Tirkiyeyê ye."
Sariye Tokayê jî diyar kir ku 14 sal e li benda kurê xwe Mehmet e û wê zehf bêriya ewladê xwe kiriye.
Tokayê bal kişand ku bi salan e ew ji bo ewladên xwe têdikoşin û wiha got, "Pêvajoya Birêz Serokomarê me û Birêz Devlet Bahçeli da destpêkirin, encam da. Em pir şad û kêfxweş in."
Sevgi Çagmara dayik jî got ku ev qedera 10 salan e ew bi hesreta kurê xwe dijî û wiha got, "PKKyê çek danî, zarokên me jî dê bên înşelah."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.