Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Dayikên Diyarbekirê ji bo zarokên xwe 88 roj in di nobeta da ne

Necîbe Çîftçî ya ku li benda ewladê xwe ye: "Zarokekî min revandin û yekî jî şehîd kirin. Herdu ewladan jî ji dayikê qetandin. Ji bo revandina zarokan HDP navbeynkariyê dike. Zarokên me dixwestin bixwînin"

29.11.2019 - Rojanekırın : 30.11.2019
Dayikên Diyarbekirê ji bo zarokên xwe 88 roj in di nobeta da ne

Diyarbakir

Dayikên Diyarbekirê ji bo bigihîjin zarokên xwe yên ku bi xapandin revandine serê çiyê nobeta xwe ya li ber derê avahiya bajêr a HDPyê dabûn, destpêkirin didomînin.

Çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê ku di 3ê Îlonê da li pêş deriyê avahiya bajêr a HDPê ya Diyarbekirê dabûn destpêkirin ev 88 roj e dewam dike.

Di nav dayikên weneyên zarokên xwe hildane ber dilê xwe û sekna xwe didomînin da Necîbe Çîftçiyê daxuyanî da û got ku ew ji Hekariyê bo kurê xwê Rojhat Çîftçiyê 5 sal berê ku hêj 16 salî bû û bi xapandin revandin serê çiyê hat û tevlî Dayikên Diyarbekirê bû.

Di daxuyaniya xwe da Çîftçiyê diyar kir ku ji bo bigihêje ewladê xwe wê nobeta xwe bidomîne û wiha domand: "Ez ji bo kurê xwe li vê derê me. Kurê min pola 8an qedandibû. Tevlî pismamê xwe çûbû berberê û herduyan jî xapandine û bi darê zorê birine serê çiyê. Zarokên me neşî bûn, cahil bûn hêj bi tiştekî nizanibûn."

Necîbe Çîftçiyê destnîşan kir ku kurê wê Samî Çîftçî jî 2 sal berê ji ber ku piştevaniya terorê nekir ji hêla endamên PKKya rêxistina terorê va hat kuştin û wiha pê da çû: "Zarokekî min revandin û yê din jî şehîd kirin. Du ewladan ji dayikê qetandin. Xwedê vê qebûl dike? Ji bo revandina zarokan HDP navbeynkariyê dike. Zarokên me dixwestin bixwînin û binivîsin. Me zarokên xwe ji bo ku derkevin serê çiyê û çeka hildin, xwedî nekir."

Dayika bi êş û derd di bangewaziya xwe da got: "Ji roja ku ewladê min çû heta niha min nivînên wî neşûşt û di nav ciyê wî da radizêm. Min cilê wî qat kirine û bêhn dikim. Ez bi tena serê xwe mame. Were teslîmî eskeran bibe. Ew ê te teslîmî me bikin."

- "Hemû bi navbeynkariyta HDPê va tên birin"

Muhîttîn Avunanê ku ji Elezîzê hat û tevlî çalakiyê bû jî got: "HDP piştgiriyê dide PKKê. Mirovek dema tiştekî xwe li kê derê winda bike li wê derê lê digere. Evana 40 sal e zarokên Kurdan direvînin û zilmê li me dikin. Ev 40 sal e xwîna me fir dikin. Evana malên Kurdan bi serê wan da xerakirin. Em çima li vê derê ne? Ji ber ku zarokên me bi navbeynkariya HDPê hatin revandin, em li vê derê ne. Bila HDPyî bên cem me û bibêjin 'PKK rêxistineke terorê ye' Bila lenetê li PKKê bînin. Em vê ji wan dixwazin. Kê hat û evqas zarok bir.Hemû bi navbeynkariya HDPê va hatin birin. Heke HDP nebe PKK nikare li Tirkiyeyê tu tiştekî bike."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.