Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Dayikên Diyarbekirê ji bo "teslîmbûnê" bangî ewladên xwe kirin

Mevlude Uçdag: "Kurê min Remezan ez bangî te dikim te çawa ez dîtim bireve û were teslîmî hêzên me yên ewlehiyê bibe"

19.09.2020 - Rojanekırın : 20.09.2020
Dayikên Diyarbekirê ji bo "teslîmbûnê" bangî ewladên xwe kirin

Diyarbakir

Nobeta ku Dayikên Diyarbekirê li ber Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê dan destpêkirin da ku zarokên wan ên revandî li wan werin vegerandin, dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiyê hatine revandin, di 3yê îlona 2019an da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 382yan.

Mevlude Uçdag a ji bo kurê xwe Remezan di çalakiyê da ye got ku ew li pêşiya avahiya HDPê têkoşînê didin û di hewla xwe da jî mafdar in.

Uçdagê diyar kir ku ew ji HDPê ewladên xwe dixwazin û wiha pê da çû: "Ez ê kurê xwe ji wan veqetînim. Kurê min Remezan ez bangî te dikim te çawa ez dîtim bireve û were teslîmî hêzên me yên ewlehiyê bibe. Her roj çavê min li derî guhê min li ser têlefonê ye. Em êdî westiyan ewladên me bidin."

Celîl Begdaşê ku ji bo Yusufê kurê xwe di çalakiyê rûniştinê da ye jî got: "Ev ji salekî zêdetir e ku em çalakiyê didomînin. Keda me beredayî neçû. Me 16 ewladên xwe ji wan xilas kir. Dewletê wan teslîmî malbatên wan kir. Li Şirnexê jî çalakiya rûniştinê dest pê kir û ez hêvî dikim ev li hemû bajaran belav bibe."

Begdaş ragihand ku kurê wî 14 salî bû û hat xapandin û wiha domand: "Kezeba me diperite. Kurê min heke tu min dibînî û dengê min tê te were. 16 hevalên te hatin û wan teslîmî dê û bavên wan kirin. Were teslîm bibe. Ewan te xapandin tu sebiyekî wisa nebûyî."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.