Dayikên Diyarbekirê ewladên xwe dixwazin
Diyarbakir
Dayikên Diyarbekirê yên bi hêviya bigihêjin ewladên xwe li pêş avahiya berê ya Serokatiya Bajêr a HDPyê nobeta rûniştinê dabûn destpêkirin bi biryardarî çalakiya xwe didomînin.
Malbatên ku dixwazin bigihêjin wan zarokên xwe yên ku rêxistina terorê PKKyê ew revandine serê çiyê, çalakiya xwe ya ku di 3yê Îlona 2019an da li ber avahiya berê ya parêzgehê ya HDPyê dabûn destpêkirin, di roja 2253yem da didomînin.
Ji dayikên ku rahiştine wêneyên zarokên xwe û di çalakiya xwe da berdewam in, Ayten Elhamanê diyar kir ku 7 sal e ew çaverêyî kurê xwe Bayram e.
Elhamanê bal kişand ku ew roj bi hêviya bigihîjin ewladên xwe tên konê çalakiyê û wiha dewam kir, "Em dayik em biryardar in, em heta ewladên xwe hilnedin em neçin. Em dê û bav em bi hesret li benda zarokên xwe ne."
Guzide Demira dayik jî bal kişand ku ew ji bo kurê xwe Aziz 6 sal e di çalakiyê da berdewam e.
Demirê diyar kir ku wê pir bêriya kurê xwe kiriye û wiha dewam kir:
"Heta zarokên me neyên em ê ji vir neçin. Kurê min Aziz tu li ku bî, derkeve were û teslîmî hêzên me yên ewlekariyê bibe. Ez bi hesret li benda te me."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
