Dayikên Diyarbekirê dixwazin di sala nû da bigihêjin ewladên xwe
Sariye Tokaya dayik: "Înşelah em ê tevî ewladên xwe têkevin sala nû. Bira tu zarok li çiyê nemîne û vegere ku ev hesret bi dawî bibe"
Diyarbakir
Dayikên Diyarbekirê yên ji bo ewladên xwe li pêş avahiya berê ya parêzgehê ya HDPyê çalakiya rûniştinê dikin, dixwazin di sala nû da bigihêjin ewladên xwe.
Malbatên ku dixwazin bigihêjin zarokên xwe yên ku ji hêla rêxistina terorê PKKyê hatine revandin, çalakiya xwe ya ku di 3yê Îlona 2019an da li ber avahiya berê ya parêzgehê ya HDPyê dabûn destpêkirin, di roja 2311an da didomînin.
Hejmara malbatên çalakiya rûniştinê dikin, bi beşdariya malbatên ji çaraliyê welêt va derket 385an.
Bi xêra çalakiya rûniştinê ya bi biryardarî hat meşandin, 68 malbatan ewladê xwe ji nav lepê terorê derxist.
Dê û bavên ku havîn zivistan çalakiya xwe didomînin, dixwazin di sala nû da bigihîjin ewladên xwe.
Ji dayikên ku rahiştine wêneyên zarokên xwe û di çalakiya xwe da berdewam in, Sariye Tokayê ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku wekî dê û bav bi salan e ew ji bo ewladên xwe têdikoşin û heya ku ew negihîjin ewladên xwe, ew ê di vê têkoşîna xwe da berdewam bin.
Tokayê bal kişand ku ew dixwaze sala 2026an bi kurê xwe Mehmet ra derbas bike û wiha got, "Înşelah em ê tevî ewladên xwe têkevin sala nû. Bira tu zarok li çiyê nemîne û vegere ku ev hesret bi dawî bibe."
Ayten Elhaman ku ji bo kurê xwe Bayram di çalakiyê da beşdar e jî diyar kir ku wê gelekî bîra kurê xwe yê ku bi salan e nedîtiye, kiriye.
Elhamanê destnîşan kir ku ew ji bo ewladên xwe têdikoşin û ew tu demî bêhêvî nebûn.
Elhamanê jî got ku ew dixwaze bi kurê xwe ra têkeve sala nû û wiha got, "Hêviya me ji sala 2026an ew e ku hemû dayik bigihîjin ewladên xwe. 2026 bira bibe sala dayikan."
Bedriye Usluya dayik jî got ku digel nexweşiya xwe ya kronîk, ew ji bo kurê xwe Mahmut di çalakiya xwe ya li vir da berdewam e.
Nihat Aydinê bav jî got ku ew seba kurê xwe Mehmet beşdarî çalakiya rûniştinê bû û hêviya wî ew e ku hemû zarok bigihîjin malbatên xwe.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
