Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Dayikên Diyarbekirê dixwazin bigihîjin ewladên xwe

Turkan Mutlu: "Qîza min wê bibûya mamoste. Heke qîza min li vê derê bûya niha mamoste bû."

Mehmet Sıddık Kaya  | 23.11.2021 - Rojanekırın : 25.11.2021
Dayikên Diyarbekirê dixwazin bigihîjin ewladên xwe

Diyarbakir

 Dayikên Diyarbekirê yên ji bo zarokên wan ên revandine serê çiyê li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê nobeta ku dabûn destpêkirin didomînin.

Malbatên ji revandina zarokên xwe HDPê berpirsyar dibînin û di 3ê Îlona 2019an da dest bi çalakiya rûniştinê kirin û 813 roj e ku çalakiya xwe didomînin.

Turkan Mutlu ya ku ji bo qîza xwe Şeyma Ceylan a 8 sal berê li Stenbolê bi xapandin revandin serê çiyê beşdarî çalakiyê bûye got ku ew heta ewlada xwe hilnede naçe.

Mutluyê bi bîr xist ku sibê Roja Mamosteyan e û wiha dewam kir: "Qîza min wê bibûya mamoste. Heke qîza min li vê derê bûya niha mamoste bû. Belkî min sibê roja mamosteyan a qîza xwe pîroz dikir. Qîza min, Ceylana min çi îş û karê te li serê çiyê û di şikeftan da heye? Ez Ceylana xwe dixwazim. Bila ewladên me bidin. Bila zarokên xwe bişînin. 8 sale kezeba min peritiye. Bila 8 sal jî kezeba wan bişewite."

Mutluyê xwest ku bila qîza wê bê û teslîmî hêzên ewlehiyê bibe.

Suleyman Aydinê ku ji bo kurê xwe Ozkanê 5 sal berê ji Sûra navçeya navendî ya Diyarbekirê hêj 15 salî bûye revandine serê çiyê got ku ew ji bo bigihîje ewladê xwe têdikoşe.

Aydin ragihand ku 5 sale ew ji ewladê xwe tu xeberê hilnade û wiha pê da çû: "Bi tu awayî çavê me natirse. Heke bi HDPê ra piçek wîcdan hebe wê zarokên me bîne. Malbatên ji çar aliyê Tirkiyeyê hatine vê derê ewladên xwe dixwazin. Bi HDPê ra qet wîcdan tuneye û qet dengê me nabihîzin? Dinya alemê dengê me bihîst. Bi tenê HDP nabihîze. Em tu carî dev ji vê têkoşînê bernadin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.