Dayikên Diyarbekirê dixwazin bigihêjin ewladên xwe
- Ayten Elhamana dayik: "Em heta ewladên xwe hilnedin em ê neçin"

Diyarbakir
Dayikên Diyarbekirê yên bi hêviya bigihêjin ewladên xwe li pêş avahiya berê ya Serokatiya Bajêr a HDPyê nobeta rûniştinê dabûn destpêkirin bi biryardarî çalakiya xwe didomînin.
Malbatên ku dixwazin bigihêjin wan zarokên xwe yên ku rêxistina terorê PKKyê ew revandine serê çiyê, çalakiya xwe ya ku di 3yê Îlona 2019an da li ber avahiya berê ya parêzgehê ya HDPyê dabûn destpêkirin, di roja 2241em da didomînin.
Ji dayikên ku rahiştine wêneyên zarokên xwe û di çalakiya xwe da berdewam in, Ayten Elhamanê diyar kir ku 7 sal e ew çaverêyî kurê xwe Bayram e.
Elhamanê bal kişand ku heya ew negihîje kurê xwe, ew ê çalakiya xwe bidomîne û wiha dewam kir, "Înşelah hemû ewladên me dê çekan daynin û werin. Wekî dayik êdî em naxwazin bigirîn. Ev bi biryar in, em heta ewladên xwe hilnedin em ê neçin."
Elhamanê ji kurê xwe xwest ku teslîmî hêzên ewlekariyê bibe.
Bedriye Usluya ji dayikan jî diyar kir ku ew ji bo kurê xwe Mahmut di çalakiyê da beşdar e ku 14 sal berê bi xapandin birin serê çiyê.
Usluyê destnîşan kir ku ew her roj serê sibehê zû bi hêviya bigihîje ewladê xwe, berê xwe dide konê çalakiyê û wiha dewam kir, "Em bi biryar in ku zarokên xwe hildin. Heta hemû zarok neyên, em ê ji vir neçin. Zarok hemû înşelah dê vegerin."
Usluyê her wiha got ku ew ji pêvajoya "Tirkiyeya Bêteror" hêvîdar in û spasiya Serokomar Recep Tayyip Erdogan û Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî kir.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.