Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Dayikên Diyarbekirê di Roja Dayikan da hesreta ewladên xwe man

Ömer Yasin Ergin, Bestami Bodruk  | 08.05.2021 - Rojanekırın : 10.05.2021
Dayikên Diyarbekirê di Roja Dayikan da hesreta ewladên xwe man

Diyarbakir

 Dayikên Diyarbekirê yên ji bo bigihêjin ewladên xwe li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê çalakiya rûniştinê dikin di Roja Dayikan da dîsa hesreta ewladê xwe man.

Hacîre Akara dayik di 22yê tebaxa 2019an da li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakiya rûniştinê dabû destpêkirin û îdia kiribû ku Mehmet Akarê kurê wê bi navbeynkariya HDPyê bi destê PKKyê hatiye revandin. Piştî çalakiyê Akar gihîştibû kurê xwe. Li ser vê ev ji bo dayikên hesreta ewladê xwe mane bû hêvî.

Piştî Akar gihîşt kurê xwe Fevziye Çetînkaya, Remziye Akkoyun û Ayşegul Bîçerê di 3yê îlona 2019an da li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê çalakiya rûniştinê dan destpêkirin û 232 malbat beşdarî çalakiyê bûn.

Emîne Erdogana xanima Recep Tayyîp Erdoganê Serokomar di serî da gelek kesên ji nav û dervayê welêt piştgirî dan dayikan. 614 roj e dayik çalakiya xwe didomînin. Dayik di Roja Dayikan da zarokên xwe yên diyariya herî baş dixwazin.

Ji ber qedexeya derketina derva malbat çalakiya xwe ya 2 sal e dewam dike li otêlê didomînin.

Malbat li benda mizgîniyê ne ku bigihêjin ewladên xwe.

Fatma Akkuşa ji bo Songula qîza xwe ya 7 sal berê di 15 saliya xwe revandinê çiyê çalakiyê dike daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got Roja Dayikan ji qîza xwe dûr û bi xemgînî derbas dike.

Akkuşê got zarokên hemû malbatên çalakiyê dikin bi destê HDPyê hatin revandin.

Akkuşê got bawer dike ku hemû zarokên vegerin û wiha pê da çû:

"Qîza min di Roja Dayikan da ji min ra fayke û xirxe kirîbû. Diyariya wê hê li malê ye. Di Roja Dayikan da ew tê bîra min. Daxwaza min ew e ku carekê dîsa di Roja Dayikan da bêyî qîza xwe nemînim. Di hemû rojên taybet da ewladên me tên bîra me. Tu eydeke me bi xweşî derbas nebû. Eyd ji me ra tune. Li her aliyên mala me xatireyên qîza min hene."

Akkuşê bangî hemû malbatên zarokên wan hatine revandin kir ku bira beşdarî çalakiyê bibin û got HDP bi hêsanî zarokan dixapîne dibe serê çiyê bira malbat li zarokên xwe xweyî derkevin.

Akkuşê got ku qîza wê ji wê pir hez dikir û wiha dewam kir: "Qîza min pir bi rehm bû. Ez zanim heke Songul min bibîne nikare bisekine wê bireve. Ew bi darê zorê zarokan li wê derê digirin. Ew ketin binî, qîza min û xapandin. Ew ewlada min e û min ew anî dinyê bi çi zor û zehmetiyan mezin kir. Qîza min vegere êdî û ez naxwazim rojeke din a dayikan bêyî te derbas bikim."

- "Ez bi tenê kurê xwe difikirin"

Hatîce Aya ku ji bo kurê xwe Mihemedê 6 sal berê hê 16 salî revandin serê çiyê beşdarî çalakiyê bûye jî got: "Kurê min nexweş e û qet bi wan ra wijdan tuneye. Ji bilî Mihemed 5 ewladên min ên din jî hene û tên xwe diavêjin stûyê min û diyariya didin min. Ez qet kêfxweş nabim lewra kurê min ne li vê derê ye û ew tê bîra min. Ez dibêjim xwezî ew jî li vê derê bûya. Xwezî dengê wî bihata min û bigota dayê tu çawan î?"

- "Min mezinbûna ewladê xwe nedît"

Mevlude Uçdaga ji bo kurê xwe Remezan beşdarî çalakiyê bûye got ku digel sînordarkirinê ew li cihê lê dimînin çalakiya xwe didomînin.

Uçdagê destnîşan kir ku cihê zarokan çiya nîne ba dayikên wan e û wiha domand: "Çawa ku sînordarkirin biqedin em ê çalakiya xwe li ber avahiya bajêr a HDPyê bidomînin. HDPyiyan kurê min xapand û teslîmî PKKyê kirin. Ewladê min ji ber ku li bal min nîne ji bo min Roja Dayikan tuneye. Ez xemgîn im, birîndar im û min mezinbûna ewladê xwe nedît. Ew dema tê xewna min jî biçûk e. Kurê min ez li te hêrs nebûme û deriyê min li te vekiriye. Were vegera mala xwe. Dewleta me xurt e û HDP û PKKyê ev zilm li min kir. HDP qala mafên jinan dike lê zilm û tehdayiya herî mezin wan li min kir."

Uçdagê ragihand ku ew dixwazin hemû zarok bila vegerin malên xwe û ew ê çalakiya xwe bidomînin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın