Dayikên Diyarbekirê di roja 500em a çalakiya rûniştinê da çelenka reş danî pêşiya HDPyê
Ayşegul Bîçera dayik: "Ev dayik û bav wê bi biryardarî serkeftinan bi dest bixin"
Diyarbakir
Nobeta dayikên Diyarbekirê ya ji bo zarokên xwe yên ku revandine serê çiyê di roja 500em da li pêşiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dewam dike û dayikan çelenka reş danî pêşiya Serokatiya Bajêr a HDPyê.
Dayikên Diyarbekirê ji revandin û derxistina serê çiyê ya zarokên xwe HDPyê berpirs dibînin û ji bo vê jî ji 3ê îlona 2019an vir va çalakiya rûniştinê dikin û çalakiya wan didome.
Malbatan di roja 500em a çalakiyê da çelenkeke reş a ku li ser "Em ewladên xwe ji HDPyê dixwazin" û "HDPya tevkar" dinivîse, danî ber avahiya bajêr a HDPyê.
Malbat bi alayên Tirk ên di destê xwe da duruşmeyên "Kurd, Tirk bira ne, HDP qeleş e", "Qehir be HDP" berz kirin.
Ayşegul Bîçer seba Mustafayê kurê xwe yê ku 2 sal berê di 17 saliya wî d revandin serê çiyê, çalakiya rûniştinê dike. Bîçerê daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir, 500 roj in ew li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê nobeta ewladan digirin, lê HDP, CHP û ÎYÎ Partî nayne ser xwe û vê çalakiyê nabînin.
Bîçerê got, "Seba darekê dinyayê tînin xwarê, qeyê qîmeta ewladên me qasî darekê tunebû?" û wiha dewam kir:
"Bira bizanibin, ne 500 roj, 500 sal jî derbas bibe, dayik û bavik heta ku navê PKK û HDPyê li ser rûyê dinyayê paqij nekin, wê vê têkoşînê bi dawî nekin. Doza me ne tenê ewladên me ne, em ê ji bo welat û alaya xwe jî têkoşînê bidin. Vê baş bizanibin ku ev dayik û bav wê bi biryardarî serkeftinan bi dest bixin."
Celîl Begdaşê ku seba Yusufê kurê xwe yê revandine serê çiyê, çalakiyê didomîne jî spasiya mensûbên çapemeniyê kir.
Begdaş got "500 roj in em li vê derê ne. Seba min ne 500 roj, bû 50 sal." û wiha dewam kir:
"HDPyê ewladên me ji standin, têrê nekir, agir berda cegera me. Hemû malbat perîşan kirin. Mont û nasnameya kurê min ji vê avahiyê derket. Digel vê yekê înkar kirin. Em guh nadin nexweşî, şilî û şoyiyê û peyê ewladên xwe ketine, em ê ser bikevin. Me ewladên xwe ji destê van zaliman hilda. Ez bangî gelê Diyarbekirê dikim, xwedî li ewladên xwe derkevin. Mala me xerab bû, bira mala we xerab nebe."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.