Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Dayikên Diyarbekirê di remezanê da jî ji bo ewladên xwe nobetê digirin

Bedriye Usluya dayik: "Min dixwest bi kurê xwe ra rojî bigirta û fitara xwe vekira. Min hêviya xwe ji dest nedaye. Înşelah Mehmûd dê vegere"

Ömer Yasin Ergin  | 19.02.2026 - Rojanekırın : 19.02.2026
Dayikên Diyarbekirê di remezanê da jî ji bo ewladên xwe nobetê digirin Ömer Yasin Ergin

Diyarbakir

 Dayikên Diyarbekirê yên ji bo ewladên xwe li pêş avahiya berê ya parêzgehê ya HDPyê çalakiya rûniştinê dikin, di meha remezanê da jî ji bo ewladên xwe nobetê digirin.

Malbatên ku dixwazin bigihêjin zarokên xwe yên ku ji hêla rêxistina terorê PKKyê hatine revandin, çalakiya xwe ya ku di 3yê Îlona 2019an da li ber avahiya berê ya parêzgehê ya HDPyê dabûn destpêkirin, di roja 2 hezar 362an da didomînin.

Ji dayikên ku rahiştine wêneyên zarokên xwe û di çalakiya xwe da berdewam in, Ayten Elhamanê diyar kir ku ew ê di meha remezanê da jî çalakiya xwe bidomînin da ku bigihêjin ewladên xwe.

Bedriye Usluya dayik jî bal kişand ku ew havîn û zivistan, berf û baran di têkoşîna xwe da berdewam in.

Usluyê got ku ew ê tu wextî dev ji têkoşîna xwe bernede ku bigihêje ewladê xwe û wiha got, "Min dixwest bi kurê xwe ra rojî bigirta û fitara xwe vekira. Min hêviya xwe ji dest nedaye. Înşelah Mehmûd dê vegere."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.