Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Dayikên Diyarbekirê di Eyda Remezanê da jî ji bo ewladên xwe di nobetê da ne

Bedriye Usluya dayik: "Înşeallah em ê rojekê ewladên xwe hildin û vegerin mala xwe. Kurê min heke tu min dibînî an jî dibihîzî, were teslîmî dewleta me bibe"

Ömer Yasin Ergin  | 10.04.2024 - Rojanekırın : 12.04.2024
Dayikên Diyarbekirê di Eyda Remezanê da jî ji bo ewladên xwe di nobetê da ne

Diyarbakir

 Dayikên Diyarbekirê ji bo zarokên xwe yên ku revandine serê çiyê çalakiya xwe ya rûniştinê ya li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê didomînin û di Eyda Remezanê da jî çavê wan li rêya ewladên wan e.

Malbatên ku dixwazin ewladên xwe ji nava lepê terorê derxin û xelas bikin, di 3yê îlona 2019an da li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê çalakiya rûniştinê da destpêkirin û nobeta wan di roja 1682yemîn da dewam dike.

Malbat havîn, zivistan, şewb, rojî û remezanê jî nobeta xwe didomînin, di Eyda Remezanê da jî li benda mizginiya ewladên xwe ne.

Bedriye Usluya ku ji bo Mahmutê kurê xwe çalakiyê dike, diyar kir ku ew ji bo bigihêje kurê xwe, nobetê didomîne.

Usluyê destnîşan kir, ji ber ku hesret û kesera kurê xwe dikişîne, her eyd ji bo wê xemgîn derbas dibe û wiha dewam kir, "Dema ku zarokên me bi me ra bûn, eydên me wekî eydan derbas dibûn. Înşeallah em ê rojekê ewladên xwe hildin û vegerin mala xwe. Hêvî dikim ev eyd bibe hêvî ku Mehmut dengê min bibihîze û vegere. Kurê min heke tu min dibînî an jî dibihîzî, were teslîmî dewleta me bibe."

Nîhat Aydinê ku ji bo Mehmetê kurê xwe çalakiya rûniştinê dike jî got ku eydeke din jî bê ewlad derbas dibe û ew xemgîn e.

Aydin diyar kir, ew hêvî dike ev bibe eyda dawîn ku ji ewladê xwe cuda derbas dike û wiha dewam kir, "Em eyda xwe di çadirê da derbas dikin. Dema ku ewladê min li malê bû, destê min radimûsa, eydane ji min dixwest. 9 sal e haya min ji kurê min tuneye. Gelî keç û xortan, heke hûn dengê me dibihîzin, werin bira ji bo me bibe eydeke duyemîn. Werin teslîmî dewleta xwe bin, bigihêjin dê û bavên xwe."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.