Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Dayikên Diyarbekirê di Eyda Qurbanê da jî nobeta ji bo ewladên xwe didomînin

Turkan Mutluya ji dayikan: "Heger dayikek ewladê wê li cem nebe, ji bo wê tu roj taybet nîne"

Osman Bilgin  | 06.06.2025 - Rojanekırın : 06.06.2025
Dayikên Diyarbekirê di Eyda Qurbanê da jî nobeta ji bo ewladên xwe didomînin

Diyarbakir

 Dayikên Diyarbekirê yên bi hêviya bigihêjin ewladên xwe li pêş avahiya berê ya Serokatiya Bajêr a HDPyê nobeta rûniştinê dabûn destpêkirin di Eyda Qurbanê da jî çalakiya xwe didomînin.

Çalakiya rûniştinê ya malbatên ku rêxistina terorê PKKyê zarokên wan revandine serê çiyê, di 3yê Îlona 2019an da li ber avahiya HDPyê ya parêzgehê dabûn destpêkirin, di roja xwe ya 2104an da didome.

Malbatên ku bi dilkovaniya dûrbûna ji ewladên xwe pêşwaziyê li Eyda Qurbanê dikin, li benda xebereke xêrê ya ji zarokên xwe ne.

Turkan Mutluya ku ji bo keça xwe Ceylanê di çalakiyê da beşdar e diyar kir ku wekî hemû eydan, ew vê eydê jî hat nava konê û li benda hatina keça xwe ye.

Mutluyê bal kişand ku hêviya wê ew e ku tevî keça xwe Ceylanê vegere malê û wiha dewam kir:

"Înşelah ev eyd dê ji bo min bibe cot eyd. Hê jî hêviya min heye. Di dawiya 11 salan da dilê min pir diêşe, kezeba min dax dibe. Havîn zivistan eyd ne eyd em li vir in. Ji bo me roja taybet tuneye. Heger dayikek ewladê wê li cem nebe, ji bo wê tu roj taybet nîne."

Guzide Demira ku ji bo kurê xwe Aziz di çalakiyê da beşdar e jî got ku bi salan e di nava konê da ew li benda hatina ewladên xwe ne.

Demirê bal kişand ku di çalakiya xwe da ew bibiryar in û wiha dewam kir, "Rojên me di nava êş û elemê da derbas dibin, tu rojeke me ya taybet tuneye. Roja ku zarokên me vegeriyan, ew roj dê ji bo me bibe roja taybet û em ê şad bibin. 6 sal e her eyd em berê xwe didin vî konî. Pêvajoyekê dest pê kiriye. Xwedê hem ji Serokomarê me û hem jî ji Devlet Bahçeli razî be. Înşelah ev pêvajo dê biçe serî û zarokên me dê vegerin ku ew roj dê ji bo me bibe eyda rastîn."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.