Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Dayikên Diyarbekirê di bin berfê da nobeda xwe didomînin

Suheyla Demira dayik: "Vê zivistanê me zarokên xwe li mal hiştin, em hatin vê derê. Ji bo canê ewladê xwe me dest ji canê xwe kişand. Em ê wan xilas bikin"

13.02.2020 - Rojanekırın : 14.02.2020
Dayikên Diyarbekirê di bin berfê da nobeda xwe didomînin

Diyarbakir

 Nobeda ku dayikên Diyarbekirê li ber Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê dan destpêkirin da ku zarokên wan ên revandî li wan werin vegerandin di berfa zivistanê da jî dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlonê da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 164emîn.

Dayikên ku rahêştine wêneyên zarokên xwe û di sir û seqema zivistanê da çalakiya rûniştinê didomînin, durişmên "qehr be HDP" û "qehr be PKK" bilind kirin.

Suheyla Demira dayik di daxuyaniya xwe da diyar kir ku ew ji bo keça xwe Hayala ku 5 sal berê ji Agiriyê hat revandin, çalakiya rûniştinê didomîne û wiha axivî:

"Îro berf barî. Hesra zarokên me, dil û hinav li me şewitandiye. Ez wan dihêlim hêviya Xwedê. Vê zivistanê me zarokên xwe li mal hiştin, em hatin vê derê. Ji bo canê ewladê xwe me dest ji canê xwe kişand. Em ê wan xilas bikin."

Demirê herwiha bangî keça xwe kir ku teslîmî hêzên ewlekariyê bibe.

"Berf û baran bibare û kevir jî bibarin, em ê neçin"

Fatma Bingolê diyar kir ku ew ji bo ewladên xwe ji berf û sermayê natirsin û wiha dewam kir:

"Berf û baran bibare û kevir jî bibarin, em ê neçin. Em li vê derê li benda ewladên xwe ne. Em ewladên xwe hilnedin em naçin."

Salih Gokçeyê bav ku ji bo kurê xwe Mehmet ji Agiriyê hat û beşdarî çalakiyê bû jî diyar kir ku ew di berdewamkirina çalakiyê da bibiryar in û wiha dewam kir:

"Heger bivê ez ê li ser berfê jî razêm, lê ez heta kurê xwe hilnedim ez ji vê derê naçim. Parlamenterên HDPyî di civînan da dibêjin 'bira eskerê Tirk ji Sûriyeyê derkeve'. Ka hûn pêşiyê herin û zarokên me ji Sûriyeyê bînin. Zarokên me xapandin û bi zorê birin serê çiya. Bira zarokên me bidin."

Yasin Kayayê bav ku ji bo keça xwe Çigdemê çalakiyê dike jî diyar kir ku ew ligel barîna berfê çalakiya xwe didomînin û wiha dewam kir, "Em di bin berfê da li benda zarokên xwe ne. Hewa sar e lêbelê dil û hinavê me dişewite. Keça min ka binêre bavê te ji bo te di bin berfê da li heviya te ye."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.