Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Dayikên Diyarbekirê 701 roj in seba ewladên xwe nobetê digirin

Bestami Bodruk  | 02.08.2021 - Rojanekırın : 03.08.2021
Dayikên Diyarbekirê 701 roj in seba ewladên xwe nobetê digirin

Diyarbakir

 Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê seba zarokên xwe yên revandine serê çiyê, li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê da destpêkirin, gihîşt roja 701emîn.

Hacîre Akara dayik piştî îdia kir ku HDPyiyan kurê wê revand serê çiyê, di 22yê tebaxa 2019an da li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakiya rûniştinê da destpêkirin. Akara dayik ji bo ku kurê xwe neke qurbana terorê, têkoşîn da destpêkirin û têkoşîna wê encam da û di 24ê tebaxê 2019an da gihîşt ewladê xwe.

Hewildana ku Hacîre Akarê seba kurê xwe da, seba malbatên din jî bû hêvî ku têkevin liv û tevgerê. Fevziye Çetînkaya, Ayşegul Bîçer û Remziye Akkoyunê têkoşîna Akarê kir mînak û di 3yê Îlona 2019an da li pêşiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dest bi çalakiyê kir û roj bi roj çalakiya wan gihîşt roja 234emîn.

Malbatan zivistan havîn, şilî şope û berf û eydan da bê navber çalakiya xwe kir û ji malbatan 31 malbat gihîşt ewladên xwe.

Malbat ji bo ku ewladên xwe ji pencikên terorê xelas bikin, çalakiya xwe bi biryardarî didomînin û di destê wan da wêneyên zarokên wan, bendewar in.

Mevlude Uçdaga dayik daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir ku ew seba Ramazanê kurê xwe çalakiyê dike.

Uçdagê diyar kir ku çavê wê li rêya kurê wê ye û wiha dewam kir, "Bi zorê be jî em ê zarokên xwe ji wan bistînin. Em li benda hemû Tirkiyeyê ne ku di 3yê îlonê da di salvegera çalakiyê da werin vê derê. Bira her kes dengê me bibihîze, piştgiriya me bike. Bira zarokên me bidin me. Dayikan PKK rûxand. Em ê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin."

Uçdagê bangî zarokên xwe yên li serê çiyê kir ku teslîmî hêzên ewlehiyê bibin û wiha dewam kir, "Êdî netirsin. Wekî dayikên xwe wêrek bin. Em li vê derê seba we nobetê digirin. Bira tu zarokên me li serê çiyê nemîne. Em ê koka PKKyê li ser rûyê dinyayê biqelînin. Têkoşîna me heya dawiyê ye."

Celîl Begdaşê bavik jî ji bo ku ji roja ewil heta niha ew tenê nehiştine, spasiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu, hêzên ewlehiyê û mensûbên çapemeniyê kir.

Begdaş diyar kir ku ev 701 roj in ew li ber HDPyê ne û wiha dewam kir, "Me herî dawî 3 zarokên xwe hildan. Vegeriyan hembêza dayikên xwe. Em wekî dê û bavan 701 roj in li vê derê ber vî derî ne. Xwedê ji her kesên ku piştgirî dane me razî bibe. Em di berf û bager û zivistan û havînê da li ber vî derî bûn. Em ewladên xwe dixwazin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.