Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Dayika ku nobetê digre bangî malbatên ku zarokên wan li çiyê ne kir: "Netirsin werin"

Ayşegul Bîçer di nav dayikên ewil ên ku li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a Diyarbekirê ya HDPyê "nobeta ewladan" da destpêkirin da ye û bi têkoşîna xwe ya biryardar seba malbatên din jî mînak e.

02.12.2020 - Rojanekırın : 03.12.2020
Dayika ku nobetê digre bangî malbatên ku zarokên wan li çiyê ne kir: "Netirsin werin"

Diyarbakir

 Ayşegul Bîçer di nav dayikên ewil ên ku li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a Diyarbekirê ya HDPyê "nobeta ewladan" da destpêkirin da ye û bi têkoşîna xwe ya biryardar seba malbatên din jî mînak e. Bîçerê seba werin beşdarî çalakiya rûniştinê bibin, bangî dayikên ku zarokên wan revandine serê çiyê kir û got ku "Netirsin werin".

Hacîre Akara dayik îdia kir ku PKKya rêxistina terorê kurê wê bi navbeynkariya HDPyê revandiye çiyê û ji bo gihîştina Mehmet Akarê kurê xwe di 22yê meha tebaxa 2019an da li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr ya HDPyê dest bi çalakiya rûniştinê kir û gihîşt kurê xwe. Têkoşîna Hacîre Akarê ji dayikên ku di heman rewşê da ne ra jî bû mînak.

Fevziye Çetînkaya, Remziye Akkoyun û Ayşegul Bîçerê jî çav da têkoşîna Hacîre Akarê û di 3yê îlona 2019an da çalakiya rûniştinê dan destpêkirin û çalakiya wan roj bi roj bi beşdariya ji çar aliyê welêt va didome.

Ji malbatên ku beşdarî çalakiyê bûn ewladên 20 malbatan hatin û ji dest û lepên terorê filitîn. Hatina 20 ewladan hêviyê dide malbatên din ên ku "nobeta ewladan" digirin.

Ayşegul Bîçer jî di nav malbatên ku "nobeta ewladan" digirin da ye. Bîçer ji bo Mustafayê kurê xwe ku di 2018an da alîgirên PKKya rêxistina terorê ew xapandin û di 17 saliya wî da ew derxistin serê çiyê, têkoşînê dide da ku kurê xwe ji nav dest û lepên terorê derxe.

Bîçer her çendî nexweş e jî çalakiya rûniştinê didomîne û ji ber ku kurê wê tîne bîrê, ji mala xwe ya berê bar kir û kişiya maleke din. Bîçer bi biryardarî çalakiya rûniştinê ya ku 15 meh in dewam dike, didomîne û karê xwe yê rojane li gor çalakiya rûniştinê eyar dike. Ayşegul Bîçer û Raufê mêrê wê ji bo ku pêşiya avahiya Bajêr a HDPyê xalî nemîne, bi dorê nobetê digirin. Wexta ku Ayşegul di nobetê da be, bavik jî li malê ji zarokên xwe ra hem bavtiyê hem dêtiyê dike.

- "Li ciyê ku zarokên xwe winda kirin em li zarokên xwe digerin"

Bîçerê diyar kir ku ji 3yê îlona 2019an vir da ji bo bigihêjin zarokên xwe bi biryardarî û mafdarî têkoşîna xwe didomînin.

Bîçerê diyar kir ku tu wextê dev ji zarokên xwe bernedan her tim li wan geriyan, hetanî bigihêjin wan jî ew ê çakaliyê bidomînin û got, "Li ciyê ku zarokên xwe winda kirin em li zarokên xwe digerin"

Bîçerê wiha got: "Jiyana me serokbino kirin. Ewladên me ji me qetandin. Em her roj dimrin, her şeveqê bi hêviyê tên pêşiya avahiya bajêr a HDPyê ya Diyarbekirê. Heqê me heye ku ewladên xwe ji wan bixwazin. Em ê heqê xwe jî ji wan bistînin. Ji bo kesên hêviya me xirab kirin ji holê rakin, ji bo welêt em li vê derê ne. Têkoşîna me yê hetanî mirinê dewam bike."

Bîçerê destnîşan kir ku 2 zarokên wê hene her roj wan li malê dihêle ku were çalakiyê, êdî ji bîr kir ku jiyana normal çito ye, nikare bi zarokên xwe ra eleqedar bibe.

Bîçera dayik diyar kir ku bi dayikên li çadirê ra hevdu teselî dikin, têkoşîan wan her ku diçe mezin dibe û wiha pê da çû: "Dayikên ku rêxistinê zarokên wan birine, werin, netirsin. Roja ku PKKya rêxistina terorê ewladên min bir em mirin. Êdî em ê çiqasî bimrin?"

- "Deynê histûyê min e ku heqê zarokên xwe ji PKKyê bistînim"

Bîçerê got guh nadin havîn, zivistan û pandemiyê çalakiyê didomînin, her roj li ber konê çalakiyê çavên xwe vedikin, êvarê jî bi zorekê xwarinê çêdikin.

Bîçerê wiha dewam kir: "Ez gelekî baş dizanim ku herdu ewladên xwe îhmal dikim. Deynê histûyê min e ku heqê kurê xwe û herdu zarên xwe ji PKKyê bistînim. Roja rûniştim min gotibû 'ez ê heyfa xwe ji we derxim'. Ez ê mirî an zindî ewladê xwe ji we bistînim. Ez ji we natirsim. Ez jinek im. Li ber derê we rûdinim. Hûn rojekê derneketin û we daxuyanieyk neda lewra dizanin ku sûcdar in."

- "Ji bo Xwedê vegere were hembêza diya xwe"

Bîçerê bangî Mustafayê kurê xwe ku vegere û wiha axivî: "Mustafa, berxê min, ez qurbana te bim. Vegere were bira ev hesreta xilas bibe. Kurê min tu li dijî kê têkoşînê didî. Bi rastî cîgera min dax dibe. Ez bûm mubtelayê dermanan. Tu nexweşiya min dizanî, dermankirina min dewam dike. Seba xatirê Xwedê vegere were hembêza diya xwe. Ez hesreta te me li benda te me."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.