Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Dayik Sevgî Çagmar: Heta kurê min neyê ,ez ê ji vir neçim, em ê têkoşîna xwe bidomînin

Ahmet Kaplan  | 08.04.2021 - Rojanekırın : 09.04.2021
Dayik Sevgî Çagmar: Heta kurê min neyê ,ez ê ji vir neçim, em ê têkoşîna xwe bidomînin

Diyarbakir

 Dayikên Diyarbekirê yên zarokên wan bi xapandinê revandine serê çiyê û bi hêviya bigihêjin ewladên xwe nobeta ku li pêşiya avahiyê Serokatiya Bajêr a HDPyê dane destpêkirin, didomînin.

Çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê ku bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan revandine çiyê, di 3yê Îlona 2019an da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 584emîn.

- "Heta kurê min neyê ez ê ji vir neçim"

Sevgi Çagmara ji bo kurê xwe Yavuz beşdarî çalakiyê bûye got kurê wê dema li Sakaryayê di zanîngehê da xwendekar bûye hatiye xapandin û ew birine çiyê.

Çagmarê got HDPyê kurê wê revandiye û ew ji HDPyê kurê xwe dixwaze û wiha axivî: "Heta kurê min neyê ez ê ji vir neçim. Emê têkoşîna xwe bidomînin."

-"HDPyê qîza min bir"

Çavreş Duraka ji bo qîza xwe Zuhreteyê beşdarî çalakiyê bûye jî got ev 7 sal e haya wê ji qîza wê tune û wiha axivî: "HDPyê qîza min bir, ez wê ji HDPyê dixwazim, bila qîza min bîdin."

Durakê bangî qîza xwe kir ku ew teslîm bibe û wiha got: "Qîza min heke tu dêya xwe dibînî were. Netirse, were bigîhêje dewleta xwe, dê û bavê xwe."

- "Ez bangî hemû zarokan dikim, vegerin mala xwe"

Lokman Çîftçiyê ji bo kurê xwe Emircan beşdarî çalakiyê bûye jî anî ziman dema kurê wî 14 salî bûye ji hêla HDP û PKKyê va hatiye revandin û wiha axivî: "Em çalakiya xwe didomînin, em ê bidomînin. Heta kurê min venegere ez ê neçim mala xwe. Ez lenetê li HDP û PKKya rêxistina terorê dikim, êdî bes e. Ez dixwazim hêsirên çavên dê û bavan nerije. Xwedê alîkariya me bike. Ez bangî hemû zarokan dikim, vegerin mala xwe, ji wê hêlîna koremişkê xelas bibin."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın