Çalakiya malbatên Mûşî ya li ber avahiya DEM Partiyê dewam dike
Muş
Li Mûşê malbatên ku PKKya rêxistina terorê zarokên wan revandine li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a DEM Partiyê çalakiya xwe domand.
Malbatên bi hêviya ku bigihêjin zarokên xwe her çarşem li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a DEM Partiyê dicivin, vê hefteyê jî çalakiya xwe domand.
Malbatên ku bi hêviyê li benda vegera zarokên xwe ne pankartên ku li ser "Em di nobeta ewladan da ne", "Dayik li ber xwe didin" û "Êdî bes e, ji pêsîra me derên" nivîsandî, vekirin.
Malbatên ku di destê wan da wêneyên zarokên wan hene bang li wan kirin ku ew teslîm bibin.
Dayik Ayten Koçhanê ji endamên çapemeniyê ra got ev 10 sal in ku tu xeber ji kurê wê tune.
Koçhanê kêfxweşiya xwe ya ji bo pêvajoya "Tirkiyeya Bêteror" anî ziman û wiha got: "Aliyekî me her tim kêm e. Em li benda zarokên xwe ne. Tu xeber tune. Kurê min, heke tu me dibihîzî û dibînî were teslîm bibe. Rêya we ne tu rê ye. Ev ne doza me ye. Ev doza Îsraîl û Amerîkayê ye. De were kurê min, em êdî nikarin li hemberî hesreta ewlad li berxwe bidin. Em bi salan e bi vê hesreta ewlad va dijîn."
Dayik Şahînaz Ozcanê jî daxuyand ku ji roja ku kurê wê hatiye revandin û vir va wê tu xeber ji wî hilnedaye û bang kir ku ew teslîm bibe.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
