Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Ayşegul Bîçera di nobeda ewladan da ye bertek nîşanî HDP û PKKyê da

16.10.2020 - Rojanekırın : 17.10.2020
Ayşegul Bîçera di nobeda ewladan da ye bertek nîşanî HDP û PKKyê da

Diyarbakir

 Ayşegul Bîçera li Diyarbekirê tevî dayîkan di nobeda ewladan da ye bertek nîşanî HDP û PKKya rêxistina terorê da.

Malbatên ku ji bona zarokên xwe yên revandine serê çiyê li ber derê avahiya Serokatiya Bajêr ya HDPyê ji 3yê Îlona 2019an vir va nobeda ewladan digirin di roja 410an da çalakiya xwe didomînin.

Ayşegul Bîçera ji bona Mustafayê kurê xwe ku 2 sal berê di 17 saliya wî da revandine çiyê beşdarî çalakiya rûniştiyê bûye got ku di salaya duyemîn da bi îradeya xwe ya azad li ber avhiya HDPyê rûniştine.

Bîçerê diyar kir heya niha nizane ku kurê wê sax e yan mirî ye û wiha axivî: "Di 13ê Cotmehê da di malpereke nêzî PKKya rêxistina terorê da vîdeoyeke kurê min hat weşandin. Ez baş dizanim ku kurê min di bin zext û zora çekan da wisa axiviye. Lewra ji tîbûna lêvên wî terikîbûn û devî wî ziwa bûbû. Lewra gava xeber dida li pêşiya xwe mêze nedikir."

Ayşegul Bîçerê destnîşan kir ku navê kurê wê Mustafa ye û li Manîsayê çêbûye û wiha axivî: "Rast e ku em malbateke welatparêz in. Tu kes nikare fikra min a siyasî bipirse. Kurê min heya 10 mehiya xwe li Manîsayê û heya 6 saliya xwe li Antalyayê ma. Peyra em hatin Diyarbekir. Ji xeynî başî û dostaniyê min ji Tirkan zirarekê nedîtiye. Ne mala min hat şewitandin û ne jî min karê serayê kiriye."

Bîçerê diyar kir di vîdeoya navborî kurê wê behsa qeyuman dike û wiha xeberda: "Heger têkiliya PKK û HDPyê tuneye çima behsa qeyuman dike? Dewletê çi zilim li te kiriye ku tu wisa diaxivî? Ez dizanim ku tu bi îradeya xwe xeber nadî."

Ayşegul Bîçerê bang li kurê xwe kir ku teslimî hêzên ewlehiyê bibe.

Malbatan peyra dijî HDP û PKKya rêxistina terorê dirûşman berze kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın