Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

3 malbatên din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê bû

3 malbatên din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê ya ji bo bigihîjin zarên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin, bûn.

26.02.2020 - Rojanekırın : 27.02.2020
3 malbatên din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê bû

Diyarbakir

3 malbatên din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê ya ji bo bigihîjin zarên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin, bûn.

Çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê ya HDPyê ji revandina zarokên xwe yên çiyê berpirsyar dibînin û di 3yê Îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 177an da dewam dike.

Halîl û Îslîm Çîftçiya ji Şanliurfayê hatin û Raîfe Taşdelena ji bo kekê xwe ji Nîxdeyê hat beşdarî nobeda ewladan bûn.

Halîl Çîftçî di daxuyaniya xwe da diyar kir ku Alî Bedrettîn Çîftçiyê kurê wî 7 sal berê di 15 saliya xwe da şebeqê rabû ku here xwendingehê û careke din venegeriya malê. Çîftçî destnîşan kir ku haya polêsan pê xistin, ji ser ra 7 sal derbas bû tu xeberek jê hilnedan.

Îslîm Çîftçiyê jî got di hesreta kurê xwe da maye, gelekî li ber xwe dikeve û wiha axivî: "Me çalakiya rûniştinê ya van dayikan di televizyonê da temaşe kir, paşê biryar da ku werin beşdarî çalakiyê bibin.

Raîfe Taşdelena ji Nîxdeyê hat jî diyar kir ku Tuncay Oguzê kekê wê di 19 saliya xwe da li Nisêbîna navçeya Mêrdînê hat revandin û wiha got, "Min çalakiya dayikan di televizyonê da dît û beşdarî çalakiyê bûm. Ez dixwazim bira were teslîmî dewleta me be. Ez gelekî ji wî hez dikim. Dixwazim bigihîjim kekê xwe."

Zumrut û Tahir Salim ku jin û mêrê hev in û ji Yuksekovaya navçeya Hekariyê hatin, ji bo kurê xwe Hamza Salim ku 6 sal berê di 14 saliya xwe da hat revandin, beşdarî çalakiya rûniştinê bûn.

Tahir Salim di daxuyaniya xwe da diyar kir ku kurê wî yê ku 6 sal berê di qursa Qur'anê da dixwend, wenda bû lêbelê ligel ku ew gelekî lê geriyan, wan li tu ciyî nedît.

Salim bal kişand ku kurê wî bi destê HDPyiyan hat revandin û wiha got, "HDPyê kurê min bir, ne kesekî din. HDPyê kurê min çawa biriye bira bi heman awayî jî bîne. Heya ewladê me neyê em ê ji vê derê neçin."

Tahir Salim bangî kurê xwe kir ku ji rêxistina terorê bireve û teslîmî hêzên ewlekariyê bibe û wiha got, "Were teslîmî edaleta dewletê be. Were dewlet dê û bavê me ye. Ka tu çima çûyî çiyê? Ev 6 sal e dil û hinavê me dişewite."

Zumrut Salimê jî bi Kurdî axivî û bal kişand ku ew beşdarî çalakiya rûniştinê bûn da ku kurê wan vegere.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.