Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Dayîk Nîlîfirka: Heta em zarokên xwe hilnedin em ê ji vir neçin

Ahmet Kaplan  | 24.06.2021 - Rojanekırın : 25.06.2021
 Dayîk Nîlîfirka: Heta em zarokên xwe hilnedin em ê ji vir neçin

Diyarbakir

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê seba zarokên xwe yên revandine serê çiyê li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê da destpêkirin, bi biryardarî dewam dike.

Dayikên Diyarbekirê ku ji revandina serê çiyê ya zarokên xwe HDPyê wek berpirsiyar dibînin, ji 3yê Îlona 2019ê vir va çalakiya rûniştinê dikin û çalakiya wan di roja 661em da dewam dike.

24.06.2021

Dayîk Nîlîfirka: Heta em zarokên xwe hilnedin em ê ji vir neçin

- "Heke HDP nebe zarokek winda nabe, naçe çiyê"
Îmmîhan Nîlîfirkaya ji bo kurê xwe Mehmet çalakiya rûniştinê dike daxuyand 6 sal e ew xeberekê ji kurê xwe hilnade û wiha axivî: “Em di çalakiya xwe da bibiryar in. Heta em zarokên xwe hilnedin em ê ji vir neçin. Heke HDP nebe zarokek winda nabe, naçe çiyê. Em ji ber revandina zarokên xwe wan berpirsyar nişan didin û li deriyê wan in. Em ewladên xwe ji HDPyê dixwazin.”

- “Kurê min ji hela HDPyê va hat xapandin"

Zekî Ozê bavê Hasan jî got 4 sal e ew ji kurê xwe xeberê hilnade û wiha axivî: “Kurê min ji hela HDPyê va hat xapandin û birin çiyê. Ez dixwazim kurê min vegere. Heta ewladê min bê ez ê vê çalakiyê bidomînim.”

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın