Wezîrê Xezîne û Darayiyê Nebatî çû ziyareta dayikên Diyarbekirê

Diyarbakir
Wezîrê Xezîne û Darayiyê Nureddîn Nebatî çû ziyareta dayikên Diyarbekirê yên ku li ber avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê ji bo zarokên xwe yên ku revandine serê çiyê di nobetê da ne.
Wezîr Nebatiyê ji bo hin ziyaretan hat Diyarbekirê çû ziyareta Walî Alî Îhsan Su.
Nebatî paşê çû ziyareta dayikên Diyarbekirê yên ku li ber avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê ji bo zarokên xwe nobetê digirin û kulîlk da wan.
Malbatên ku ji bo zarokên xwe yên bi xapandinê revandine serê çiyê HDPyê wek berpirs dibînin ji 3yê Îlona 2019an vir va çalakiya xwe ya rûniştinê didomînin û ev roja 1033emîn ku çalakiya wan dewam dike.
Malbatên di destê wan da wêneyê zarokên wan û alayên Tirkiyeyê hene pêşwaziya Nebatî kirin, behsa revandina zarokên xwe kirin û bertek nîşanî PKK û HDPyê dan.
Wezîr Nebatî got parastina mafên zarokan ne tenê li cihekî dinyayê, divê di her qadê da dewam bike û anî ziman ku ji bo vê sekneke wan heye.
Nebatî behsa yekîtiya malbatê kir û got hewcedariya her zarokê bi şewqeta dê û bavê heye, dema zehmetiyek kişand ew dixwazin dê û bavê wan li cem wan be û wiha dewam kir: "Her zarok dixwaze ku zarokên Kurd jî vê dixwazin."
Nebatî destnîşan kir ku 35 malbat gihîştin zarokên xwe û ew hêvî dike malbatên din jî bigihêjin zarokn xwe.
Wezîr Nebatî got ew hêvî dike êşa dayikan dawî bibe û got "Xwedê alîkarê we be".
Walî Alî Îhsan Su, Parlamenterê Diyarbekirê yê AK Partiyê Mehdî Eker, Endamê MKYKyê yê AK Partiyê Abdurrahman Kurt, Endama MKYKyê ya AK Partiyê ya Şaxa Jinan a Navenda Giştî Suna Kepolu Ataman û Serokê Bajêr yê AK Partiyê Muhammed Şerîf Aydin jî li gel Nebatî çûn ziyaretê.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.