Qaymeqamê Erxaniyê Ahmet Karaaslan dayikên Diyarbekirê ziyaret kir

Diyarbakir
Qaymeqamê Erxeniyê û Wekîlê Şaredar Ahmet Karaaslan dayikên Diyarbekirê yên ku ji bo ewladên xwe li ber avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakiyê dikin, ziyaret kir.
Malbatên zarokên wan revandine serê çiyê û HDPyê berpirs dibînin ji 3ê Îlona 2019an vir va çalakiya xwe didomînin û 780 roj e ku li benda zarokên xwe ne.
Qaymeqam Karaaslan malbatên di dest wan da wêneyên zarokên wan hene û sekna xwe didomînin, ziyaret kir û bi dê û bavan ra axivî.
Piştî hevdîtinan Karaaslan daxuyanî da rojnamegeran û got: "Em hatin serdana dê û bavan û ji bo alîkariyê çi lazim be em amade ne bikin. Têkoşîna li vê derê gelek mezin e. Ji bo ewladên xwe bibînin derketin vê rê yê û ber bi roja 800î va diçin. Înşeallah hemû wê bigihêjin ewladên xwe. Hinek dayik gihîştin ewladên xwe. Xwedê bike para dayikên din jî."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.