Malbateke din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê bû

Diyarbakir
Malbateke din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê bû ku bi hêviya bigihîjin ewladên xwe malbat li pêş avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê didomînin.
Malbatên ku ji bo zarokên xwe yên bi xapandin revandine serê çiyê HDPê wek berpirs dibînin ji 3yê Îlona 2019an vir va çalakiya xwe ya rûniştinê didomînin û ev roja 980yemîn e ku çalakiya wan dewam dike.
Sadik Kaplan ji bo birayê xwe Mehmet Kaplan beşdarî çalakiyê bû ku ji Manîsayê gava 22 salî bûye, revandine û birine çiyê.
Kaplan ji rojnamegeran ra diyar kir, birayê wî dema di înşeatê da dixebitî, xapandin û birin çiyê.
Kaplan bal kişand, bi hêviya ku bigihîje birayê xwe, ew beşdarî çalakiyê bû û wiha got, "Ez bangî birayê xwe dikim ku paş da vegere. Bira were. Ew birayê min, canê min e. Bavê me wefat kir, diya me berî bimre dixwaze wî bibîne."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.