Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Malbatên Wanî ji bo ku bigihêjin zarokên xwe çalakiya xwe ya li pêşiya Serokatiya Bajêr a HDPyê domand

Emre Ilıkan, Yılmaz Kazandıoğlu  | 02.12.2021 - Rojanekırın : 03.12.2021
Malbatên Wanî ji bo ku bigihêjin zarokên xwe çalakiya xwe ya li pêşiya Serokatiya Bajêr a HDPyê domand

Van

Li Wanê malbatên ku zarokên wan revandine serê çiyê û ji revandina zarokên xwe HDPyê berpirsiyar dibînin, vê hefteyê jî li pêşiya serokatiya bajêr a partiyê çalakiya xwe domandin.

Malbatên ku her hefte li ser kolana Cumhuriyetê dicivin, dowîzên ku li ser "Êdî bes e, ji pêsîra me derên", "Zarokên me wê nebin piyonên kesî", "Dayikên Wanî di nobeta ewladan da ne" û "Em zarokên xwe dixwazin" vekirin.

Malbatan dijî PKKya rêxistina terorê û HDPyê duruşme berz kirin û heta pêşiya Serokatiya Bajêr a HDPyê meşiyan, bertek nîşanî endamên partiyê dan û bangî zarokên xwe kirin ku teslîm bibin.

Aysel Yîgît ji bo kurê xwe yê ku rêxistina terorê revandiye serê çiyê beşdarî çalakiyê bû û ji nûçegihanê AAyê ra got ku sal û nîvek e haya wê ji kurê wê tuneye.

Yîgîtê diyar kir, heta ew negihêjin ewladên xwe, wê çalakiyê bidomînin û wiha dewam kir, "Kurê min niha 25 salî ye. Ji bo ku li cem kekên xwe bixebite, çû Stenbolê. Paşê PKKyê ew revand serê çiyê. Mehmetcan kurê min tu li ku derê yî? Heke tu dengê me dibihîzî û me dibînin, were. Netirse, teslîmî dewleta me bibe. Binêre dewlet ligel me ye."

Bavik Fevzî Yagmurê ku beşdarî çalakiyê bû jî got ku PKKyê di 2015an da kurê wî yê 23 salî bir serê çiyê.

Yagmur daxuyand ku ew bi salan e hesret û kesera kurê xwe dikişîne û wiha dewam kir:

"Kurê min xapandin û birin serê çiyê. Hê ciwan bû, cahil nebû. Xwendibû, bûbû hafiz. 6 sal e ez li her derê kurê xwe digerim. Heta emrê min hebe ez ê lê bigerim. Kurê min em li benda te ne. Tu sax î, mirî yî? Haya me ji te tuneye. Xêra wan ji te ra tuneye. Were teslîmî dewleta me bibe. Ez qurban gule bernede esker û polêsên me. Heke tu dengê min dibihîzî were teslîm bibe. Heke na ez heqê xwe li te helal nakim. Ez ê heta dawiyê şer bikim. PKK bû bela serê me."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.