Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Li Mûşê malbatên ku zarokên wan revandine çiyê li ber avahiya HDPyê çalakî kirin

Sabri Yıldırım  | 13.10.2021 - Rojanekırın : 14.10.2021
Li Mûşê malbatên ku zarokên wan revandine çiyê li ber avahiya HDPyê çalakî kirin

Muş

 Li Mûşê malbatên ku HDPyê wekî berpirsê revandina zarokên xwe dibînin, li ber avahiya serokatiya parêzgehê ya HDPyê çalakiya rûniştinê kirin.

Malbatên ku bi hêviya bigihêjin zarokên xwe, her hefte li ber avahiya HDPyê tên cem hev, pankartên "Ewladê min bide min", "Dayik têdikoşin", "Êdî bes e dest ji pêsîra me bikişînin" û "Bes e êdî ewladên me berdin" vekirin.

Malbatên ku wêneyên zarokên xwe dan destê xwe, li dijî HDPyê durişm berz kirin.

Beşdara çalakiyê Ayten Koçhanê diyar kir, 7 sal berê kurê wê li Bursayê gava dixebitî, xapandin û revandin çiyê.

Koçhanê bangî kurê xwe kir ku teslîm bibe û wiha dewam kir, "Kurê min heger dengê min tê te, vegere. Rêya we tu rê nîne, ew we dixapînin. Werin xwe bispêrin dewleta xwe. Em hemû dayik li vir li benda we ne."

Naciye Sonmez Yildizê jî diyar kir, kurê wê 6 sal berê birin çiyê û ew heta bigihêje kurê xwe, ew ê çalakiya xwe bidomîne.

Yildizê jî bangî kurê xwe kir ku teslîm bibe.

Şemsettin Ozcan jî diyar kir, 26 hefte ye ew di çalakiya li Mûşê da beşdar e û wiha got, "Heta kurê min neyê em ê vê çalakiyê bidomînin. Ez zarokên xwe ji HDPyê dixwazin. Li Tirkiyeyê alayek heye, du ala nabe. Zarokên me dibin, lê zarokên xwe di dibistanên baş da didin xwendin. Ez ji vir bangî kurê xwe dikim. Heger dengê min tê te, were û teslîmî dewletê bibe."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.