Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Guzide Demir: Kurê min tu li ku bî, were û teslîm bibe

Mehmet Sıddık Kaya  | 13.10.2021 - Rojanekırın : 15.10.2021
Guzide Demir: Kurê min tu li ku bî, were û teslîm bibe

Diyarbakir

 Dayikên Diyarbekirê yên zarokên wan bi xapandin revandine serê çiyê û bi hêviya bigihêjin ewladên xwe nobeta ku li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dane destpêkirin, didomînin.

Çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê ku bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê Îlona 2019an da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 772yemîn.

Guzide Demira ku ji bo kurê xwe Aziz di çalakiyê da beşdar e, diyar kir ku wê hê jî kurê xwe yê ku 6 sal berê ji malê derket, nedîtiye.

Demirê diyar kir ku ew nizane, ka kurê wê dijî an na û wiha dewam kir, "Ez kurê xwe ji HDPyê dixwazim. HDP û dûvikên wê kurê min xapandin birin. Kurê min tu li ku bî, were û teslîm bibe."

Omer Tokayê ku ji bo kurê xwe Mehmet di çalakiyê da beşdar e jî diyar kir ku têkoşîna xwe ya ji bo ewladan didomîne.

Tokay wiha axivî, "HDPyê kurê min xapand, bir da PKKyê."

Tokay wiha bangî kurê xwe kir, "Kurê min heger dengê min tê te were teslîmî hêzên me yên ewlekariyê bibe. Were hemêza dê û bavê xwe."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.