Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Dayikên Diyarbekirê spasiya Serokomar Erdogan kirin

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di civîna çapemeniyê ya piştî Lûtkeya Serokan a NATOyê de, rexne li wanê ku çalakiya dayikên Diyarbekirê piştguh dikin, girt, ev yek jî malbatên ku nobeta ewladan digirin kêfxweş kir.

Bestami Bodruk, Ahmet Kaplan  | 30.06.2022 - Rojanekırın : 02.07.2022
Dayikên Diyarbekirê spasiya Serokomar Erdogan kirin

Diyarbakir

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di civîna çapemeniyê ya piştî Lûtkeya Serokan a NATOyê de, di bersiva pirsa "Li Tirkiyeyê sînordarkirina azadiyên rojnamevanan" de rexne li wanê ku çalakiya dayikên Diyarbekirê piştguh dikin, girt, ev yek jî malbatên ku nobeta ewladan digirin kêfxweş kir.

Dema Erdogan li Navenda Kongreyê ya IFEMAyê ya ku Lûtkeya Serokên Dewlet û Hikûmetan ên NATOyê lê hat darxistin, civîna çapemeniyê li dar dixist, beşdarekî ku destnîşan kir ji Freedom Houseê ye wiha pirsî bû, "Tirkiye di warê sînordarkirina azadiyên rojnamevanan de xwedî scîleke xirap e. Piştî 15ê temûzê hejmarek gelek ji rojnamevanan avêtin hebsê. Gelo cihê Tirkiyeyê di NATOyê de heye?

Bersiva ku Serokomar Erdogan ji vê pirsê re da û nirxandina ku kir kêfa dayikên Diyarbekirê anî.Erdogan bal kişandibû ser malbatên ku nobeta ewladan didomînin û wiha gotibû:

"Li Tirkiyeyê di 40 salî de 40 hezar welatiyên me hatin kuştin. Dayikên Diyarbekirê ev 1100 roj e li ber deriyê avahiya HDPê nobetê digirin. Ev dayik ew dayik in ku zarokên wan ên 12, 13, 14 salî revandine çiyê. Ka li kuderê ye Freedom House? Bila pêşika were serdana dayikên Diyarbekirê bikin. Îro li Tirkiyeyê rastiyeke qeke Qendîlê heye. Di rastiya vê Qendîlê de revandina keçikên 13, 14, 15 salî ber bi çiyê ve heye. Li çiyê çekeke bi qender qama wan didine dest wan û perwerdeyê bi wan dikin. Gelo hûn van dizanin?"

Ev bersiv malbatên di nobetê de kêfxweş kirin û ji ber vê wan spasiya Serokomar Erdogan kir.

- "Heke pirsa azadiyê dikin, azadî li Tirkiyeyê ye"

Zelîha Esleka dayik ku jdi nobeta ewladan de ye anî ziman ku kurê wî Îsa beriya nuha bi 6 salan dema 15 salî bû ji Ceylanpinarê birine û revandine çiyê û ji hingî ve ti agahî ji kurê xwe nesitandiye.

Eslekê wiha got, "Em pêşî şikrê Xwedê dikin, ji Erdogan re duakar in. Heke pirsa azadiyê dikin, azadî li Tirkiyeyê ye. Rastî heke azadî li wêderê (serê çiyê) ba, qe neba minê dengê kurê xwe bibihîsta. Heke ne ji Erdogan baya ewqas ewlad paş de venedigeriyan. Înşallah dê bi saya wî hemî vegerin. Heke pirsa azadiyê dikin, azadî li vêderê ye."

- "Naxwe ka azadiya kurê min?"

Abdullah Demirê ku ev 7 sale bi hesreta kurê xwe ye anî ziman ku bi piştevaniya Serokomar Erdogan 35 mlabat gihiştin ewladên xwe.

Demir got, "Ji Serokomarê me re dibêjin 'li Tirkiyeyê azadî tune ye'. Madam azadî tune ye, Naxwe ka azadiya kurê min? Ev 7 sal e kurê min di destê wan de ye. Çima nahêlin ez kurê xwe bibînim? Ka azadî? Dewletên derve piştevaniya HDPê û terorê dikin. Dîsan jî me nabînin. Em di binê van kona de ji bo ewladên xwe nobeda xwe didomînin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.