Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Dê û bavên di nobetê da ne li benda vegera ewladên xwe ne

Şükrü Gündüz  | 30.07.2021 - Rojanekırın : 03.08.2021
Dê û bavên di nobetê da ne li benda vegera ewladên xwe ne

Istanbul

 Ji malbatên li pêş avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê ya li Diyarbekirê bo ewladên xwe di nobetê da bûn 3 malbatên din jî gihîştin ewladên xwe û bi teslîmbûna zarokên wan va hêviya malbatên nobetê didomînin jî zêde bû.

Şevket û Fatma Bîngola li Stenbolê rûdinên bi hêviya bigihêjin ewladên xwe Tuncayê ku di sala 2014an da bi navbeynkariya HDPyê revandine serê çiyê tevlî malbatan bûn ku li pêş avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê ya Diyarbekirê çalakiya rûniştinê didomînin.

Ji dayikên di nobtê da bûn Ayşegul Bîçer piştî 3 salan gihîşt ewladê xwe û teslîmbûna ewladê wê ji bo malbatên çavên wan li rêya vegera ewladên wan e jî bû hêvî ew jî li benda mizgîniyên xêrê ne.

Fatma Bîngol a ku tevlî mêrê xwe ji bo bigihêje kurê xwe beşdarî nobeta Dayikên Diyarbekirê ya dixwazin bigihêjin ewladên xwe bûbû daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku 7 sal e ji kurê xwe yê bi navbeynkariya HDPyê hatiye revandin tu xeber hilnedaye û wiha domand: "Dema malbatek digihêje ewladê xwe em gelek şa dibin. Mîna ku kurê min Tuncay hatibe. Înşellah hemû vegerin û bila çavê kesî li rê nemîne. Min têlefonî Ayşegulê kir. Çend sale naxweşa pençeşêrê ye. Ne şeva wê û ne jî roja wê jinikê hebû. Ji b ewladê xwe têkoşiya. Rebbê min wê kêfê bike para herkesî û bike para me jî."

- "Çima kezeba me dişewitînin"

Dayîk Bîngolê destnîşan kir ku ew 7 sal e ji ewladê xwe mehrûm e û wiha domand: "Kurê min çawa hat xapandin û birin ez nizanim. Kurê min yekî wisa nebû. Xwedê fersendê nede vana. Wan xeyalên me û dinya me bi serê me da xerakirin. Derûniya me serobin bû. Me çi xerabî bi wan kiriye? Ew ewqas xerabiyê li me dikin û kezeba me dişewitînin. Ne şeva me ye ne roja me ye. Em rojekê dikenin deh rojan bi girî ne û çi heqê wan heye me ji ewladê me dikin û kezeba me diperitînin."

Bîngolê ragihand ku zirar û ziyana herî mezin PKKya rêxistina terorê û HDP dide miletê Kurd û wiha domand: "Kesên dibêjin em Kurd in herî zêde zirarê didin me. Ez di nav Tirkan da 5 salan mam û xêra wan gelek gihîşt min. Madem tu Kurdî û heqê min diparêzî çima kezeba min dişewitînî û ceza didî min."

- "HDPyê zarokên me birin. PKK ji çiyê nayê zarokên me hilnade nabe"

Şevket Bîngolê bav jî got hetanî bigihêjin ewladên xwe ew ê çalakiyê bidomînin.

Bîngol wiha axivî: "HDPyê zarokên me birin. PKK ji çiyê nayê zarokên me hilnade nabe."

Bîngol destnîşan kir ku hema bêje 2 sal e li pêşiya Avahiya Bajêr a Diyarbekirê ya HDPyê ne, ji Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Suleyman Soyluyê Wezîrê Karên Navxweyî yê hetanî îro piştgirî da wan ra sipas kir.

- "Ma xêncî mirin û zilmê we çi da Kurdan?"

Bîngol destnîşan kir ku HDP û PKK ser xuna Kurdan qezencê bi dest dixin û zirara herî mezin didin Kurdan û wiha pê da çû:

"Ji ber ku li wê derê rûdinim min bi ewladên min ên din va tehdîd dikin. HDP berpirsyarê vê ye. Dibêjin dev ji vê çalakiyê berde. Zarokên te yên din jî hene. Ma ji ber ku zarokên min ên din hene ez ê dev ji ewladê xwe berdim? Ewladê min hê 14 salî bû. Kîjan dîn û wijdan vê qebûl dike? Heke ewqasî ji PKKyê hez dikin bira zarokên xwe bişînin. Zarokên me dibin bi pere difroşin. Bi wî pereyî zarokên xwe li dervayê welêt didin xwendin û gerandin. Ma Xwedê vê qebûl dike? Îcar derdikevin dibêjin em nûnerê Kurdan e. Tu nûnerê kîjan Kurdî yî? Tu nikarî min temsîl bikî. Heke nûnerê min bûyayî tê bihatayî li cem min rûniştiyayî. T yê bigota, 'PKK ez te şermezar dikim, zarokên van malbatan ji te dixwazim.' Lêbelê vê nakî. Tu jî wekî Abdullah Ocalanê kujerê zarokan û Selahattîn Demîrtaş dikî. Ma xêncî mirin û zilmê we çi da Kurdan?"

- "Heke ji tehdîdên wan birtirsiyama ez ê neçûma Diyarbekirê û tevlî çalakiyê nebûma"

Bîngol destnîşan kir ku ew ê çalakiyê bidomînin û wiha pê da çû: "Hûn 41 sal e li ser xuna Kurdan qezencê bi dest dixin. Em zarokên xwe ji PKK û HDPyê dixwazin. Dibêjin 'Ak Partî, MHP û CHP jî hene.' Ma em ê herin deriyê kîjanî? Tu wana zarokên me birin, HDPyê bir. CHP piştgiriyê dide wan. CHP çima piştgiriyê nade me? Ji bo Xwedê werin piştgiriyê bidin me. Em jî welatiyên wî welatî ne."

Şevket Bîngol ji parlamenteran xwest ku piştgiriyê bidin wan û wiha axivî:

"Me ewladên xwe neşandin çiyê. Wan zarokên me birin. Heke ji tehdîdên wan birtirsiyama ez ê neçûma Diyarbekirê û tevlî çalakiyê nebûma. Bira werin min bikujin. Qîmeta min ji ya ewladê min zêdetir nîne. Ma ez çima dijîm, meriv ji bo namûs, malbat û zarokên xwe dijî. Heke wan jî ji min bistînin tu meneyeke jiyana min namîne. Bira min bukijin ez ewladê xwe dixwazim. Ev nûnerê Kurdan nînin, kuklayên Amerîka û Îsraîlê ne. Ev zarokên me dibin bi Amerîka û Îsraîlê ra bazariyê dikin. Dibêjin 'em ji we ra eskeran bişînin'. Zarokên me dibin li bîrên pêtrolê dixin nobedar û zarokên me li wê derê dimrin. Dema ji bo welêt werin kuştin em ê bêjin 'Ser çavan ji bo welatê me hatin kuştin'. Zarokên me çima li wan deran tên kuştin?"

- "Dema zarokek were ji me ra dibe eyd"

Bîngol zarokên ji PKKyê xilas dibin ji bo wan dibin hêvî û wiha axivî:

"Bi îzna Xwedê em ê bi ser bikevin. Ew ê bidin der. Lewra ew li ser xuna Kurdan qezencê bi dest dixin. Em ê qezenc bikin ew ê mexlub bibin. Ew zarokên me li çiyê terkê mirinê dikin. Ewladên me her mehê yekoyeko tên. Ew çiqasî dixwazin bira me tehdîd bikin. Em kêfxweş in, dema zarok tên hêviya me zêde dibe. Înşaellah ewladê me yê jî were. Em bi hev ra çalakiyê didomînin. Dema zarokek were ji me ra dibe eyd. Ew zarokên me hemûyan in. Ew ewladên me ne. Yekî jî xilas bikin ev ji bo me rûmet e. Bi îzna Xwedê hemûyên wan ê werin."

Bîngolê bav bangî malbatên zarokên wan revandine çiyê kir ku bira beşdarî çalakiyê bibin û wiha got: "Dayikên zarokên wan hatine revandin, birine çiyê bira werin. Ji HDPyê PKKyê netirsin. Werin zarokên xwe bixwazin. Em li vê derê ne. Em ji wan nan, av û pere naxwazin. Em dibêjin zarokên me yên birine çiyê bira paşda bînin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.