Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

"Ez ewlada xwe ji HDP û PKKê dixwazim"

Aziz Aslan  | 12.10.2021 - Rojanekırın : 13.10.2021
 "Ez ewlada xwe ji HDP û PKKê dixwazim"

Diyarbakir

 Dayikên Diyarbekirê yên bi hêviya bigihîjin ewladên xwe yên ku bi xapandin revandine serê çiyê li pêş avahiya Serokatiya Bajêr a HDPê nobeta rûniştinê dabûn destpêkirin bi biryardarî çalakiya xwe didomînin.

Malbatên ku ji bo zarokên xwe yên bi xapandin revandine serê çiyê HDPê wek berpirs dibînin ji 3yê Îlona 2019an vir va çalakiya xwe ya rûniştinê didomînin û ev roja 771î ye ku çalakiya wan dewam dike.

Esmer Koç ji Şemdînliya navçeya Hekariyê ye û ji bo keça xwe ya Zubeyde ku 8 sal berê di 15 saliya wê da revandin serê çiyê, çalakiya rûniştinê didomîne. Koçê diyar kir ku HDPyiyan qîza wê teslîmî PKKya rêxistina terorê kiriye.

Di axaftina xwe da Koçê got: "Çima zarokên xwe naşînin. Hertim zarokên reben û xizanan dişînin. Ez ewlada xwe ji HDP û PKKê dixwazim. Ez ê heta dawiya emrê xwe ji bo qîza xwe têbikoşim. Ez ê bi hêza dewleta me bigihîjim qîza xwe."

Koçê xwest ku bila qîza wê were û teslîmî hêzên ewlehiyê bibe.

Yusuf Erdînç jî ji bo Mîkaîlê kurê xwe ji Gurpinara navçeya Wanê hatiye û diyar kir ku kurê wî wexta ku di Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Marmarayê da dixwend, hat xapandin.

Erdînç destnîşan kir ku 5 sale ji ewladê wî tu xeber tuneye û wiha pê da çû: "Kurê min sax e mirî ye nizanim. Ez ji bo kurê xwe hatim vê derê û wî ji HDPê dixwazim. Em nehatine parsekiyê ji bo ewladê xwe em hatine. Ji destê kurê min qelem hildan û çek dan wî. Ez ê heta dawiyê çalakiyê bidomînim. Ez ji bo kurê xwe vê derê naterikînim."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.