Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Sê malbatên din ên li Diyarbekirê çalakiya rûniştinê dikirin gihîştin ewladê xwe

Aziz Aslan, Halil İbrahim Sincar  | 29.07.2021 - Rojanekırın : 30.07.2021
Sê malbatên din ên li Diyarbekirê çalakiya rûniştinê dikirin gihîştin ewladê xwe

Diyarbakir
 

Sê malbatên din ên li pêşiya serokatiya bajêr a HDPyê ya Diyarbekirê çalakiya rûniştinê dikirin jî gihîştin ewladên xwe yên ji PKKya rêxistina terorê revîn û teslîmî hêzên ewlekariyê bûn.

Mustafayê kurê Ayşegul Bîçera ji 3 sayikên di 3yê îlona 2019an da ji bo zarên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya serokatiya bajêr a HDPyê çalakiya rûniştinê dabûn destpêkirin, Aleva qîza Gullu Turana çalakî dikir û Ensariyê birayê Hayriye Akyuzê di encama xebatên qanîkirinê yên Fermandariya Cenirmeyan ên Diyarbekir û Tunceliyê û Midûriyeta Ewlekariya Diayrbekirê da duh li Şirnexê telîmî hêzên ewlekariyê bûn.

Duh di roja 695an a çalakiyê da mizgînî dan hersê malbatan.

Di bernameya li Îçqeleya li Sûra navçeya Diyarbekirê hat kirin da Ayşegul û Rauf bîçer gihîştin Mustafayê kurê xwe yê di 2018an da hatibû revandin, Gullu û Îbrahîm Karaşan û Hayriye Akyuza xwîşk gihîştin Ensariyê 3 sal berê li zanîngehê revandibûn çiyê, Gullu Turan jî gihîşt Aleva qîza xwe ya 6 sal berê li Perteka navçeya Tunceliyê dema xwendekara lîseyê bû hatibû revandin.

Di bernameyê da malbat hestiyar bûn û rondik lûr kirin.

- "Ev serkeftina dewleta me ye, serkeftina Komara Tirkiyeyê ye"

Bîçera dayik ji rojnamevanan ra gotibû, "Xwedê ji dewleta me razî be. Dewleta me hêzdar e. Ev serkeftina dewleta me ye, serkeftina Komara Tirkiyeyê ye. Eê ji hemû endamên çapemeniyê ra sipas dikin. Dengê me gihandin ewladên me, ewladên me paşda hatin. Ji we hemûyan ra sipas dikim. Me bi hev ra qezenc kir. PKK û HDPya şaxa wê ya siyasî hûr û pûr bûn. dayik bi vî awayî bi ser dikevin. Bi îzna Xwedê hemû wladên me yê ji wê derê dakevin."

Malbatên Bîçer, Turan û Karaşanê gihîştin ewladên xwe û hejmara mlabatên çalakiya rûniştinê dikin ên gihîştin ewladên xwe derkete 28an.

Hacîre Akar di 24ê tebaxa 2019an da gihîştibû Mehmetê kurê xwe piştî vê Hatîce Ceylan gihîşt Caferê kurê xwe, Husniye Kaya gihîşt Mekiyeya qîza xwe, Halime Kadrana pîrik gihîşt Îbrahîm Halîl Kadranê neviyê xwe, Metîn Açan gihîşt H. Açanê kurê xwe, Nizamettîn û Aslihan Eşrefoglu gihîştin Huseyînê kurê xwe, Gevriye Ayhan gihîşt Peldaya qîza xwe, Melîk û Melek Aslan gihîştin Volkanê kurê xwe, Muhteber Birlik gihîşt Veysiyê kurê xwe, Cahîde Alkan gihîşt Mehmet Eminê kurê xwe, Şahîze Altinkaynak gihîşt Haliseya qîza xwe, Cemal Ertaş gihîşt Ramazanê kurê xwe, Naîme Dalmiş gihîşt Tekoşîna qîza xwe, Haşim Açarê teslîm bibû piştî dermankirina li nexweşxaneyê gihîşt tbavê xwe, Sever Fîdan gihîşt Tayfurê kurê xwe, Gulşen Çetîn gihîşt Erdalê kurê xwe, Meryem û Fahrettîn Akkuş gihîştin Erkanê kurê xwe, Perihan û Fettah Kaya gihîştin Cumayê kurê xwe, Safiye û Mehmet Emîn Coşkun gihîştin Îbrahîmê kurê xwe, Keziban û Mehmet Yalçin gihîştin Yasmina qîza xwe, Guluzar û Sidik Fîdan gihîştin Ferdiyê kurê xwe, Gullî û Zekî Bal gihîştin Yusufê kurê xwe, Selma Han gihîşt Onurê kurê xwe, M.O.yê bav gihîşt Recepê kurê xwe, Bayram Yetkîn jî gihîşt Recepê kurê xwe.

Ayşegul Bîçera dayik a li pêşiya avahiya serokatiya bajêr a HDPyê ya Diyarbekirê çalakiya rûniştinê didomand gihîşt kurê xwe yê ji PKKya rêxistina terorê revî û teslîmî hêzên ewlekariyê bû. Hatina kurê Bîçerê ji bo dayikên din bû hêvî.

29.07.2021

Ayşegul Bîçer gihîşt ewladê xwe ev ji bo dayikên din bû hêvî

Çalakiya rûniştinê ya malbatên ji revandina çiyê ya zarokên xwe HDPyê berpirsyar digrin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 696an da dewam dike.

Ayşegul Bîçera dayik piştî hesreta 3 salan gihîşt kurê û malbatên din jî li benda mizginiya ewladên xwe ne.

Nîhal Çîftçiya ji bo Emîrcanê kurê xwe yê 9 sal berê di 14 saliya xwe da li Hekariyê revandin çiyê çalakiyê dike daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got şahiya her malbata digihîje ewladê xwe parve dikin.

- "Em jî dixwazin bi heman awayî şa bibin"

Çîftçiyê got piştî vê mizginiyê hêviya wan zêde bû û wiha axivî: "Em jî dixwazin bi heman awayî şa bibin. Em jî dixwazin qurbanê serjê bikin û dihol û zirne lê bixe. Zarên me jî werin û em jî şa bibin."

Çîftiyê wiha pê da çû: "Em li benda hemû zarona ne. Hemû dayikan jî gazî konê nobetê dikin. Mêze bikin em bi ser dikevin. Bira hemû dayik werin zarên xwe ji PKK û HDPyê bixwazin. Em bi hev ra zarên xwe ji çiyê daxin."

- "Înşaellah hemû zarokê vegerin"

Çîftçiyê bangî kurê xwe kir û got, "Kurê min tu jî were, me şa bike. Were teslîmî dewletê bibe."

Sariye Tokaya ji bo Mehmetê kurê xwe çalakiyê dike jî got her ewladê ku direve tê ji bo wan dibe hêvî.

Tokayê bangî kurê xwe kir ku teslîmî hêzên ewlekariyê bibe û wiha pê da çû: "Em îro gelekî kêfxweş in. Di nav PKKyê da belavbûn heye. Înşaellah hemû zarokê vegerin. Ev serkeftina hemû dê û bav û Tirkiyeyê ye."

Tokayê wiha got: "Kurê min were. Mêz bike hemû zarok hatin, hemû dayik şa bûn. Tu jî were me şa bike. Em li vê derê li benda te ne. Were me şa bike."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.