Qaymeqamê Sûrê Abdullah Çîftçî dayikên Diyarbekirê ziyaret kirin

Diyarbakir
Qaymeqamê Sûrê û Cîgirê Şaredar Abdullah Çîftçî dayikên Diyarbekirê ku seba zarokên xwe, li pêşiya avahiya Serokatiya Bajarê HDPyê çalakiyê dikin, ziyaret kirin.
Malbat ji revandina serê çiyê ya zarokên xwe, HDPyê berpirsiyar dibîne û ji 3yê îlona 2019an vir va çalakiya rûniştinê dikin û çalakiya wan ket roja 752yemîn.
Qaymeqam Çîftçî bi dê û bavên ku li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê nobeta ewladan digirin ra hevdîtin kir.
Çîftçî daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir ku 752 roj in li ber çavê dinyayê berxwedaneke mafdar û qehremanî dewam dike.
Çîftçî destnîşan kir, malbatan zarokên xwe xwedî kirin, ew heta tanga dibistanê mezin kirin ku seba milet û dewleta xwe bibin kesên xêrxwaz, lê PKKya rêxistina terorê ewladên wan revandin û wiha dewam kir:
"Malbat ewladên xwe dixwazin. Ev berxwedan li ser her teqdîran ra ye. Ev malbat ne tenê ji bo xwe, ji bo hemû ewladan li ser navê gelê herêmê têkoşînê didin. Dixwazin ku êdî nifşên seba dewlet, millet, malbat, civak û dinyayê xêrxwaz werin perwerdekirin. Ev nifşên ku tên perwerdekirin, bira di destê PKK û rêxistinên din da meho nebin û neçin. Ev berxwedana ku wekî destanê ye, rewşa li herêmê jî guherand û diguherîne. Hema bêje hemû mirovahî piştgiriyê dide vê berxwedana mafdar a dayikan."
Çîftçî got, "Her kesên ku meriv in û hestên wan hene, divê piştgiriyê bidin berxwedana dayikan." û diyar kir ku xwestina ewladan, têkoşîneke pîroz a dayikan e.
Çîftçî ji bo vê têkoşîna biryardar a ku malbat bi sebr û tehemul didomînin, malbat pîroz kirin û bi bîr xist ku hin malbat gihîştin ewladên xwe.
Çîftçî hêvî kir ku malbatên din jî bi sax û silamet bigihêjin ewladên xwe û ew pişta malbatan dikin.
Çîftçî daxuyand ku ew ê di vê têkoşînê da ligel wan bin û wiha dewam kir:
"Malbat gelek îdraqan têk dibin. Rêxistina terorê tenê ewladên dê û bavan hilneda. Ev 2 sal û nîv e ku di şaredariyê da wekaletê dikim. Ez bixwe jî dibînim ku derfetên şarredariyê jî çawa îstismar kirine, kirine bin emrê rêxistinê. Ji ber vê yekê pereyê ku divê seba xizmeta gelê herêmê were xerckirin, ji bo emrên rêxistinên terorê hatine şandin. Heta roja îro merivên herêmê ji aliyê madî û menewî va hatin îstismarkirin. Ev berxwedan pir girîng û watedar e. Dayikên Diyarbekirê heta ku ewladên wan neyên û rêxistina teroê çok venede, wê nobeta ewladan bidomînin. Ew dengê xurt ê dilê dayikan wê têra têkbirina rêxistina terorê bike."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.