Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Nobeta ewladan ya dayikên Diyarbekirê biryardarî dewam dike

Ahmet Kaplan  | 03.02.2023 - Rojanekırın : 06.02.2023
Nobeta ewladan ya dayikên Diyarbekirê biryardarî dewam dike

Diyarbakir

 Dayikên Diyarbekirê ji bo zarokên xwe yên ku revandine serê çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê çalakiya rûniştinê bi biryardarî didomînin.

Malbat HDPyê wekî berpirs dibînin ku zarokên wan revandine serê çiyê û ji bo vê yekê jî di 3yê îlona 2019an da nobeta ewladan dan destpêkirin û nobeta wan di roja 1250yemîn da dewam dike.

Nazli Sancara ku seba Şeymaya keça xwe çalakiyê dike, got ku ewlada wê hê 13 salî bû, ew bi zorê revandin serê çiyê.

Sancarê diyar kir, ji bo ku keça xwe bibîne ew ji 2012an vir va têkoşînê dide û wiha dewam kir, "Ez peyê keça xwe bernadim. Çi cinazeyê wê be çi jî sax be ez ê Şeymaya xwe ji destê van zalim û qatilan derxim. Biryardar im, ez ê tu carî dev ji têkoşîna xwe ya mafdar bernedim. Ez ê heya dawiyê li hemberî HDP û PKKyê li ser lingan bisekinim û bejna xwe natewînim."

Guler Laçîna dayik jî got ku ew seba Ubeydullah Muhammedê kurê xwe ji Stenbolê hat û beşdarî çalakiyê bû.

Laçînê got, "HDPyê kurê min revand." û destnîşan kir ku ew seba çalakiya rûniştinê biryardar e. Laçînê wiha xeberda, "Heta Muhammed neyê, ez ji vê derê naçim. Bira êdî dayik negirîn."

Laçînê bangî kurê xwe kir ku teslîm bibe û wiha got, "Muhammed kurê min were, xwe bispêre dewleta xwe, eskerên xwe."

Mehmet Tulgayê ku seba Aliyê birayê xwe çalakiyê didomîne jî daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir ku birayê wî Kenan Soylu ji bo wî îdia kiriye ku "ew seba pere tevî çalakiyê bûye". Tulgay daxuyand ku ew ê ji bo Soylu gilîdar bibe.

Tulgay daxuyand ku ev îdia rast nîne, birayê wî ji ber ku alîkarî daye rêxistina terorê, 5 salan di girtîgehê da maye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.