Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê didome

Mehmet Sıddık Kaya  | 27.05.2025 - Rojanekırın : 28.05.2025
Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê didome

Diyarbakir

 Dayikên Diyarbekirê ku bi hêviya gihîştina ewladên xwe yên ku revandine serê çiyê, li ber deriyê avahiya Parêzgehê ya HDPyê çalakiya rûniştinê li dar dixin û çalakiya wan dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya malbatên ku rêxistina terorê PKKyê zarokên wan revandine serê çiyê, di 3yê Îlona 2019an da li ber avahiya HDPyê ya parêzgehê dabûn destpêkirin, di roja xwe ya 2094an da didome.

Dayik Guzîde Demir ji bo kurê xwe Aziz bi salan e di binê çadiran da nobetê digire.

Demirê anî ziman ku di çalakiyan da biryardar in û got, "Em li vê derê ji bo zarokên xwe micadeleyê dikin. Heta em zarokên xwe nestînin em ji vê derê naçin. Ev 10 sal e ji kurê xwe dûr im. Min gelekî bêriya wî kiriye. Kurê min cejin nêzîk dibe, were em 2 cejinan pîroz bikin."

Demirê banga teslîmbûnê li kurê xwe kir.

Dayik Turkan Mutluyê jî destnîşan kir ku ev 11 sal e ji keça xwe Ceylanê dûr e.

Mutluyê anî ziman ku ew bi salan e hisreta ewlada xwe dikişîne û got, "Inşelleh di Cejna Qurbanê da ez ê bigihîjim Ceylanê. Ez nikarim bînim ziman ka min çi qasî bêriya wê kiriye. Keça min were teslîmî dewletê bibe, bila ev êş biqede."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.