Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê di roja 1000emîn da ye

Ahmet Kaplan, Aziz Aslan, Ekrem Payan, İbrahim Toprak, Halil İbrahim Sincar  | 29.05.2022 - Rojanekırın : 01.06.2022
Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê di roja 1000emîn da ye

Diyarbakir

Çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê yên ku li ber avahiya Serokatiya HDPyê ya Diyarbekirê ji bo zarokên xwe yên revandine çiyê di roja 1000emîn da ye.

Malbatên ku ji revandina zarokên xwe HDPyê berpirs nîşan didin di 3yê Îlona 2019an da çalakiya rûniştinê dan destpêkirin ku çalakî bibiryar dewam dike.

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu, Waliyê Diyarbekirê Alî Îhsan Su, nûnerên saziyên civakî yên sivîl, malbatên li Mûş, Hekarî, Şirnex û Wanê yên ji bo zarokên xwe çalakiyê dikin hatin ber avahiya Serokatiya HDPyê ya Diyarbekirê dayik ziyaret kirin.

Ji bo çalakiya dayikan ya ku negotin havîn û zivistan, herî û baran û şewb heta îro domandin pêşandaneke sînevîzyonê hat nîşandan.

Malbatan di destê xwe da pankartên li ser "Dayik wê rêxistinê têk bibin", "Êdî bes e, gotin ya dayikan e", "Cudaxwaz wê bibin 1000 perçe", "Tu 1000 carî bijî dayikê", "Em bi dayikan ra yek in, em bi wan ra ne", "Hêvî dibin 1000, teror xelas dibe" nivîsandî nîşan dan û dirûşmeya "Tirk û Kurd bira ne, HDP qelleş e" û "Bila PKK qehr be" berz kirin.

Hin dayikan ji bo ewladên xwe rondik rijandin

- "Em li ber dayikên Diyarbekirê yên ewladên xwe dixwazin birêzî bejna xwe ditewînin"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi têlefonê beşdarî bernameya ku bi minasebeta di roja 1000î ya nobeta Dayikên Diyarbekirê hat lidarxistin bû.

Paşê Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu axivî û got ew li vir berxwedaneke mezin, mafxwestineke mezin ya dayik û bavên ewladên xwe winda kirine dibînin û got malbatên lenetê li terorê tînin hewl didin terorê ji holê rakin.

Soylu daxuyand 1000 roj e ew guh nadin gefxwarin û zextê çalakiya xwe didomînin û wiha axivî: "Malbat li ber partiyeke siyasî ya ji rêxistina terorê ra merivan berhev dike civiyan û bangî hemû dinyayê kirin. Dayik û bavan li ber partiyeke siyasî ya ku bûye lîstika rêxistina terorê nîşan dan ku hesta dayik û bavtiyê hesteke çiqas ezîz e û însanan ji tirsê dûr dixe û ji bo bigîhîjin ewladên xwe hemû astengiyan dikare ji holê rake, malbatan vê yekî nîşan da. Em li ber dayikên Diyarbekirê yên bûne yek, bîranînên xwe yên biêş guhdar dikin, rondikên xwe dirêjiînin hundirê xwe lê rojek be jî dev ji xelaskirina rêxistina terorê bernadin û ewladên xwe dixwazin birêzî bejna xwe ditewînin. Em dixwazin spasiya dayikên ku careke din bîra dinyayê xistin ku ka dayiktî çiye, dikin."

29.05.2022

Serokomar Erdogan ji ser têlefonê beşdarî bernameya roja 1000î ya Dayikên Diyarbekirê bû

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji ser têlefonê beşdarî bernameya ku bi minasebeta di roja 1000î nobeta Dayikên Diyarbekirê da hat kirin, bû.

-Serokomar Erdogan ji ser têlefonê beşdarî bernameya roja 1000î ya Dayikên Diyarbekirê bû
 

"Ev welêt gelek spasdarê we dayikên Diyarbekirê ye. Gelek dersên ku ev milet ji wê têkoşîna we ya Dayikên Diyarbekirê hilde, heye. Înşeallah ev yek ji bo nifşên nû bi salan li ser zar û zimanan be û pêşeroja me ronî bike."

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Di demeke kurt da înşeallah em ê korîdora ewlehiyê ya li ser sînorê me yê Sûriyeyê ya qasî 30 kîlometreyî ku gav bi gav ava dikin, temam bikin. Bi vî awayî em ê wê pergala zarokên me dixapînin û dibin serê çiyê bi tevahî ji holê rakin."

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji ser têlefonê beşdarî bernameya ku bi minasebeta di roja 1000î nobeta Dayikên Diyarbekirê da hat kirin, bû.

Serokomar Erdogan li ser navê xwe, ser navê xanima xwe Emîne Erdogan û hemû miletê ji Dayikên Diyarbekirê ra spas kir û wiha domand: "Ez wan dayikên ewlad û xizmên xwe ji terorê xilas kirine, pîroz dikim. Ez hêvî dikim ev dayikên ku hê jî vê têkoşînê didomînin û di dema herî kurt da bigihîjin ewlad û xizmên xwe."

Serokomar Erdogan diyar kir, dayikên li Diyarbekirê peyameke pir girîng dan rêxistina terorê û her wiha partiya di kontrola wê da û wiha dewam kir:

"Wekî dayikên cesûr û têkoşer ên vî welatî we nîşan da ku hûn ê li hemberî wan serî netewînin. Em ji destpêkê va wê têkoşîna we ya bêhempa dişopînin ku hûn ji bo ku bigihîjin ewladên xwe an jî bigihîjin eqrebayên xwe didin. Di hemû qonaxên têkoşîna we da, ligel Wezîrê Karên Navxweyî û hevalên me yên din va me piştgirî da we. Têkoşîna we ya ku tam 1000 roj berî niha bi xwîşka me ya Hatice Akarê dest pê kir, wekî hezkirina nedîtî ya ewladan, merhemet û destana berxwedanê bi herfên zêrîn di rûpelên dîrokê da hat qeydkirin. Rêxistina terorê ji ber ku dizane êdî meydan vala nîne, êdî bi hêsanî nikare qanceyê bavêje ewladên me. Partiya di kontrola rêxistinê da jî êdî bikare navbeynkariya vê plana xaîn bike.

Ez li ser navê xwe, welat û gelê xwe çiqas spasiya we bikim têrê nake. We nîşan da ku ji dilê dayikê xurttir tu organîzasyon û çekeke xurttir tune. Hemû dinya jî li cem wan terorîstan be, dayikên ku bi hezkirina di dilê xwe û biryariya di çavên xwe da derketin hemberî wan têrê kir ku mîzana wan xirab bibe. Em êşa her yek ewladê xwe yên ku xapandine birine çiyê, hatine îstismarkirin û terka mirine kirine di dilê xwe da hîs dikin."

- "Em pergala qirêj ji binî va hildiweşînin"

Erdogan got ew têkoşîna dayikên Diyarbekirê û dayikên li bajarên din bi herekatên dervayî sînor va temam dikin, rewş wisa bûye ku beşdarbûna rêxistinê hema bibêje daketiye sifirê, qasî operasyonên eskeran û hêzên ewlehiyê tesîra têkoşîna dayikan jî li ser vê rewşê heye.

Erdogan anî ziman rêxistin nikare êdî zarokan bixapîne û endamên xwe di destê xwe da bigire, ji ber vê qadên xwe yek bi yek terk dikin û wiha pê da çû: "Em wê pergala qirêj ya ku li ser xwîna ewladên we avakirine, lê ewladên xwe li hundir û dervayî welêt didin xwendin û hemû derfetan didin wan ji binî va hildiweşînin."

Serokomar Erdogan wiha axivî:

"Em li ser sînorê xwe yê Sûriyeyê gav bi gav korîdora ewlehiyê ava dikin ku 30 kîlomêtre dikeve aliyê Sûriyeyê. Înşeallah em ê vê korîdorê di demeke kin da temam bikin. Em bi vî hawî mekanîzmaya ku zarokên me dixwapînin û dibin serê çiyê, bi temamî ji holê rakin. Ev welêt ji aliyê spasiyê va deyndarê we malbatên Diyarbekirê ye. Ev milet wê ji dayikên Diyarbekirê dersên pir mezin hilde. Înşeallah ev tablo wê di navbera nifşan da derbasî nifşên din bibe da ku paşeroja me ronî bike. Ez cardin spasiya we dikim, ji Rebbê xwe hêvî dikim ku hûn di demeke kin da bigihêjin ewladên xwe û eqrebayên xwe. Ji Stenbolê silav, hezkirin û rêzê pêşkêşî we dikim."

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu ku girêdana têlefonê kir jî piştî axaftina Erdogan wiha got, "Birêz Serokomarê min, Xwedê ji we razî be. Hemû dayik hurmet dikin û rêzê li we digirin. Hûn çi qas li wan xwedî derdikevin, ew qas cesareta wan, qudûmê wan zêde dibe. Em ji Diyarbekirê silavan dişînin."

 "Li vê derê bangewazî tê kirin ku ewladên din nekevin defika HDP û PKKyê"

Soylu daxuyand, ev çalakiya dayikên Diyarbekirê, li vî welatî li ser navê dayik û bavikên ku destê wan ji ber terorê ji ewladên wan qetiyaye serhildan e û ev serhildan pêvajoyeke dîrokî ye. Soylu got ku îro dayikên ku ji Mûş, Hekarî, Şirnex, Wan, Batman û Îzmirê hatine vê derê hene, li vê derê dayik û bavik li peyê ewladê xwe ne, yekîtiya wan heye û piştgiriya hev dikin.

Soylu îro ji çar aliyê welêt rêxistinên civaka sivîl jî hatine vê derê û wiha dewam kir, "Li vê derê xaziyên me yên ku herb kirine, sendîkayên me, Serokê Giştî yê HAK-ÎŞê, parlamenterên me, partiyên me yên siyasî, serokên bajaran ên AK Partiyê, rêvebirên wê, serokên bajaran ên MHPyê hene. Li vê derê seba dayikan, seba vê têkoşîna mezin a dayikan, seba vê serhildana mezin, vê îtiraza mezin, daxwaza gihîştina ewladê xwe bangewazî tê kirin. Ya herî girîng jî ew ku li vê derê bangewazî tê kirin ku ewladên din nekevin defika HDP û PKKyê."

- "Li ber xwe dan û 35 ewladên xwe ji PKKyê standin"

Soylu daxuyand, kesên ku îro seba piştgiriya malbatan hatin vê derê ew minetdarê wan in û spasiya wan dikin û destnîşan kir ku malbatên vê derê guherîneke mezin da destpêkirin.

Soylu wiha xeberda, "Ez vê guherîna ku van dayikan da destpêkirin, wekî ewladekî vî welatî, wekî endamekî vê hikûmetê, wekî rêhevalê Recep Tayyîp Erdogan ew dişopînin û pîroz dikin. Xwedê ji wan razî be. Em dizaninê bê ka rastî tehdîdên çawa hatin. Ji tu tehdîdê netirsiyan û ji ya xwe nehatin xwarê. Tu tehdîd ji hezkirina ewladan mezintir nîne. Bi vê helwestê em dizanin ku çawa têkoşîna xwe dan. Li ber xwe dan û 35 ewladên xwe ji PKKyê standin. Hinek dergistî bûn."

Wezîr Soylu daxuyand ku ji bo malbatan piştgiriya wan wê dewam bike û wiha dewam kir: "Her kes bira bizanibe ku em ê heta dawiyê bi dayikên xwe ra bin. Xwedê wê nesîb bike, êdî ji vî welatî tu ewlad wê beşdarî terorê, rêxistina terorê nebe. Hêsirên dayikan wê êdî neyên. Ev dayik wê bi berxwedana xwe va û bi vê helwestê va rêya zarokan jî ronî bikin û qudûmê dayikan jî zêde bikin. Em ji her dayikekê ra hurmet dikin û rêza wan digirin. Xwedê me li ber miletê me, li ber we, li ber ciwanên me û nifşa paşerojê mehcûb neke."

- "Em ê hemû ewladên xwe ji destê van caniyan xilas bikin"

Serokê Giştî yê HAK-ÎŞê Mahmut Arslan diyar kir, ew doza dê û bavên ku 1000 roj e rûmeta welêt in, wekî doza xwe dibînin.

Arslan bal kişand, malbat bi helwesta xwe ya biryardarane va bûn nimûne û her wiha malbatan hêz da biryardariya gel jî.

Arslan spasiya malbatan kir û wiha dewam kir:

"Xwedê ji we razî be. Ez bawer dikim ku em ê hemû ewladên xwe ji destê van caniyan xilas bikin. Em bi dewleta xwe, gelê xwe û mirovahiyê bawer in. Têkoşîn û helwesta Wezîrê me yê Karên Navxweyî bi we ra ye. Têkoşîna me dê bidome. Li dijî terorê me peywireke dîrokî anî cih. Hûn xwedî li ewladên xwe derketin. Ez wan kesan lanet dikim ku vê têkoşîna li ber çavê dinyayê nabînin, ji vê têkoşînê aciz in û dengê wijdana dayikan nabihîzin. Yên ku beşdarî hemû civînan dibin û di meydanan da xwe nîşan didin, nehatin cem dayikan. Ez wan şermezar dikim. Ez li ser navê kedkaran ji we ra serkeftinê dixwazim. Ez doz û têkoşîna we pîroz dikim. Dewleta me, gelê me dê dest bide destê hev û em ê berxwedana xwe ya dijî van şebekeyên îxanetê û qatilan bidomînin. Berdêla wê çi dibe bira be."

- "1000 sal jî derbas bibe em heta ewladên xwe hilnedin em ê ji vir neçin"

Dayika beşdara çalakiyê Ayten Elhamanê jî diyar kir ku ew li ber avahiya HDPyê têkoşîna xwe ya rewa didomînin.

Elhamanê bal kişand ku ew ewladê xwe dixwaze û wiha dewam kir, "1000 roj e em li vir in, em ê vê konî neterikînin. 1000 sal jî derbas bibe em heta ewladên xwe hilnedin em ê ji vir neçin. Ez bangî HDPyê dikim; ey Pervin Buldan ka ewladên me? Zarokên we li Ewropayê dixwînin, lê we ji destê zarokên me qelem derxist û çek da wan. Êdî bes e. Êdî destê xwe yê qirêj ji ser zarokên me rakin, ewladên me bidin. Em ê ewladên xwe bistînin. Îradeya zarokekî 10, 12, 15 salî tuneye."

Elhamanê bangî ewladan kir ku teslîmî hêzên ewlekariyê bibin û her wisa spasiya Serokomar Erdogan, Wezîr Soylu û yên ku ji 81 parêzgehan hatin piştgiriya wan kirin, kir.

Ji bavên di nobetê da ne Celîl Begdaş jî ji hemû kesên piştgiriyê dan ra spas kir û got ku ew li hemberî gef xwarinan serî danaynin û wê nobetê bidomînin.

Ji bavan Haci Guger jî destnîşan kir ew 7 sale li pey sebiyê xwe ye û ragihand ku wê malbat dev ji zarokên xwe bernedin.

Ji dayikan Mevlude Uçdagê jî got ku kurê wê hêj 17 salî revandin serê çiyê û ew jî dixwazin ewladên wan awayek ewle werin û teslîmî hêzên ewlehiyê bibin.

Uçdagê destnîşan kir ku malbatên beşdarî wê çalakiya xwe ya bo ewladaên xwe bidomînin.

Ji dayikan Sabîbe Aydinê jî got ku ew ji Samsûnê bo kurê wê yê bi xapandin revandine serê çiyê hat û tevlî çalakiyê bû.

Aydin dema axivî ji ser xwe çû.

Ayşegul Bîçer a ku bi saya çalakiyê gihîşt ewladê xwe jî got ku Serokomar Erdogan, Wezîrê Karên Navxweyî, walî, qeymeqamên li herêmê û saziyên civakî yên sivîl pişgiriyê didin dayikan.

Bîçerê axaftina xwe wih domand: "Dayikan Qendîl şewitand. Her dayikeke ku tê çalakiyê û tê kon mîna bombeyek avêtibe nav Qendîlê. HDP bi erdê ra bû yek. HDP sûcdar û dayîk mafdar bûn. ji ber ku bersiv nedidan dayikan evder terk kirin û çûn. Ev dayikên jêhatî ber bi serfiraziyeke mezin va diçin. Dayîk wê HDP û PKKê ji holê rakin. Ez gihîştim ewladê xwe û kurê min eskeriya xwe jî kir û vegeriya malê."

- Dayikên Diyarbekirê bi meşê bertek nîşanî terorê dan

Piştî hemû axaftinan Dayikên Diyarbekirê yên ku di dest wan da wêneyên ewladên wan hebû tevlî alayên Tirk, bi beşdarbûna Wezîr Soylu, Walî Sû, nûnerên saziyên civakî yên sivîl û gelek kesên ji çar aliyê Tirkiyeyê hatibûn va meşiyan.

Di meşa gelek kes beşdar bû da malbatan dirûşmeyê dijî HDP û PKKya rêxistina terorê berz kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.