Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê dewam dike

Dayik Cennet Kavakli:"Heta ez kurê xwe hilnedim ez ji vir naçim. Bila kurê min berdin, êdî taqeta min nema ez li ber xwe bidim. Çi ji kurê min xwestin? Heke hinek wîcdana wan hebe, merhemeta wan hebe bila kurê min berdin."

23.09.2020 - Rojanekırın : 24.09.2020
Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê dewam dike

Diyarbakir

Nobeda ku dayikên Diyarbekirê li ber avahiyê Serokatiya HDPyê ya Bajêr a Diyarbekirê dan destpêkirin da ku zarokên wan ên revandine çiyê li wan bên vegerandin, dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlona 2019an da li ber avahiyê partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 387emîn.

- "Heta ez kurê xwe hilnedim ez ji vir naçim"

Dayik Cennet Kavakliya ji bo kurê xwe Adil Kavakli (24) yê di sala 2015an da li ser rêya Pulumura navçeya Tunceliyê ji hêla terorîstên PKKyî hatiye revandin beşdarî çalakiyê bûye got ewê çalakiyê bibiryar bidomîne.

Kavakli wiha axivî: "Heta ez kurê xwe hilnedim ez ji vir naçim. Bila kurê min berdin, êdî taqeta min nema ez li ber xwe bidim. Çi ji kurê min xwestin? Heke hinek wîcdana wan hebe, merhemeta wan hebe bila kurê min berdin. HDP û PKK herdu jî xirab in, çi ji zarokên me, eskerên me û polêsên me dixwazin?"

- "Kurê min heke tu min dibîhîzî, bireve were, teslîmê edaletê bibe."

Abdullah Demirê ji bo kurê xwe Fatîhê 5 sal berê çûye çiyê nobedê digire jî wiha got: "Ma wîcdan, edalet û mirovahî ev e? Dibêjin em 'Em Kurd in', ma kurdek vê dike? Heke ew bi rastî Kurd bûna wan van zarokan mehkûmê çiyê dikir, çek dida desta bira bira dida kuştin? Ew bi xwînê dijîn. Ew ji bo Amerîkayê dixebitin. Çi heqê wan heye, kurê min ji destê min hildin bikin eskerê Amerîkayê?"

Demir bangî kurê xwe kir ku ew vegere û wiha dewam kir: "Kurê min 16 hevalên te vegeriyan. Dewleta me dewleteke wisa mezin e ku wan zarokan teslîmî dê bavên wan kir. Ji vê xweştir ka çi heye? Li wir zarokan dixwapînin, dibêjin 'hûn vegerin hûnê di hepsan da birizin. Tiştekî wisa tune. Kurê min heke tu min dibîhîzî, bireve were, teslîmê edaletê bibe."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın