Nobeda ewledan a dayikên Diyarbekirê dewam dike
Dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da çalakiya rûniştinê dan destpêkirin û çalakî di roja 165an da dewam dike.

Diyarbakir
Nobeda ewledan ya dayikên Diyarbekirê ji bo bigihîjin zarên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin dewam dike.
Dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da çalakiya rûniştinê dan destpêkirin û çalakî di roja 165an da dewam dike.
Hatîce Leventa ligel hewaya sar çalakiya xwe didomîne diyar kir ku ji bo Fadîmeya qîza xwe çalakiya rûniştinê bi biryardarî dide dewamkirin.
Leventê destnîşan kir ku gelekî bîriya zarên xwe dikin û wiha pê da çû: "Sûcê zarên me çi ye? Destê zarên me qelem digirtin. Em ji bo zarên xwe li vê derê ne, hetanî wan hilnedin ji vê derê naçin."
Leventê got ku her diçe hejmara malbatên beşdarî çalakiyê dibin zêde dibe û wiha axivî: "Çima vê eziyetê bi me didin kişandin? Em bi tenê zarên xwe dixwazin. Hin zar hatin. Înşaellah zarên me jî ew ê werin, em ê jî bextewar bibin. Em li benda rojên bextewariyê ne."
- "Kurê min were teslîmî dewleta xwe bibe"
Sakîne Kartalê jî bi Kurdî daxuyanî da û diyar kir ku ji bo kurê xwe beşdarî çalakiya rûniştinê bûye û wiha got: "HDPyê kurê min bir. Em zarên xwe ji wan dixwazin."
Kartalê destnîşan kir ku 6 sal e ji kurê xwe tu xeberekê hilnade, êdî hizûra wan nemaye.
Kartalê got ku ji bo kurê xwe têkoşînê dide û wiha pê da çû:
"Destê dayikan û zarên wan ji hev dikin. Xwedê heqê me bi wan ra nehêle. Kurê minê ku min bi zor zehmetî mezin kir hildan birin. Kurê min were teslîmî dewleta xwe bibe, were mala xwe. Xwedê vê dewletê daîm bike."
Ekrem Gokkuşê bav jî destnîşan kir ku 5 sal berê di 12 saliya xwe da kurê wî revandin û wiha axivî:
"Ez kurê xwe ji HDPyê dixwazim. Hemû zar HDPyê birine. Ciyê zaran şikeft nînin cem dê û bavên wan in. Li vê derê derdê me hemûyan wekî hev e. Em gişt ji bo zarên xwe hatin vê derê. 50 sal bikişîne jî em li vê derê bisekinin. Hetanî zarên xwe hilnedin em ê ji vê derê neçin."