Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Malbateke din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê bû

Nobeta dayikên Diyarbekirê ya bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên ku revandine serê çiyê, li pêşiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dewam dike û malbateke din jî beşdarî çalakiyê bû.

16.09.2020 - Rojanekırın : 17.09.2020
Malbateke din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê bû

Diyarbakir

DIYARBAKIR (AA) - Nobeta dayikên Diyarbekirê ya bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên ku revandine serê çiyê, li pêşiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dewam dike û malbateke din jî beşdarî çalakiyê bû.

Dayikên Diyarbekirê ji revandin û derxistina serê çiyê ya zarokên xwe HDPyê berpirs dibînin û ji bo vê jî ji 3ê îlona 2019an pê va çalakiya rûniştinê dikin. Ji Edeneyê Hanîfe Akyuza jî seba Silaya keça xwe beşdarî çalakiyê bû.

Akyuzê diyar kir, keça wê di 2014an da hê 16 salî bû ew xapandin û revandin serê çiyê. Akyuzê daxuyad ku ew ji bo ziyareta eqrebayan çûbûn Stenbolê û keça wê got "ez diçim sûkê" ji malê derket û êdî venegeriya.

Akyuzê daxuyand, piştî ku tu xeber ji keça wê derneket, ew çû avahiya navçeya Beyogluyê ya HDPyê û wiha dewam kir:

"Ji me ra gotin ku yeke wisa ne li vir e. Ez hatim malê piştî çend hefteyan hin zilam hatin ber derî û gotin, 'meraq neke keça te li cem me ye, gihîştiye cihê xwe'. Min bertek nîşanî wan da û êrîşî wan kir. Min got ez berê hatibûm û we gotibû 'keça te ne li vir e', çawa dibe ku hûn hatine vê derê û ji min ra dibêjin gihîşt cihê xwe. Wexta min bertek nîşan da, bi lez û bez çûn. Tu nabêjî wê demê hatiye Diyarbekirê. Ez hatim avahiya bajêr a Diyarbekirê, keça min nîşanî min nedan, gotin 'naxwaze we bibîne'."

Akyuzê daxuyand ku bi salan e haya wê ji keça wê tuneye, ji bo ku keça wê bixwîne û bibe xwedî pîşeyekê wê her cure fedakarî kir, lê ji destê wê derxistin û revandin serê çiyê.

Akyuz wiha axivî:

"Ew keça min a tekane bû, min ew nazdar mezin kir, min îskanek jî pê nedida şûştin. Wan ez xeyalşikestî kirim. Ji Xwedê bibînin. Bi jiyana keça min leyîstin, paşerojeke wê jî hebû. Şewitandina dilê dayikê Kurdbûn nîne. Ez jî Kurd im, lê ez dilê kesî naşewitînim. Dilê min şewitandin, ew jî ji Xwedayê xwe bibînin. Çima ewladên xwe naşînin? Ewladên xwe di zanîngehan da didin xwendin. Çi heqê we heye ku hûn wisa dayikan didin girînê."

Akyuzê destnîşan kir ku wê çalakiya dayikên Diyarbekirê di têlevîzyonê da dît, ji ber nexweşiya dergûşa xwe ew berî niha nikaribû beşdarî çalakiyê bûbûya, ji bo ku dengê xwe bi keça xwe bide bihîstin ew tevî çalakiyê bû.

Akyuzê bangî keça xwe ya ku pir jê hez dike kir ku vegere û got ku ew ê seba ewlada xwe heya dawiyê çalakiya rûniştinê bidomîne.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın