Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Malbatên Wanî "nobeta ewladan" a li pêşiya avahiya DEM Partiyê domand

Orhan Sağlam, Bahar Tanrıtanır  | 10.07.2025 - Rojanekırın : 12.07.2025
Malbatên Wanî "nobeta ewladan" a li pêşiya avahiya DEM Partiyê domand

Van

 Li Wanê malbatên ku zarokên wan revandine serê çiyê, vê hefteyê jî çalakiya xwe li pêşiya Serokatiya Bajêr a DEM Partiyê domand.

Malbatên ku li Kuçeya Menekşeyê civiyan, bi alayên Tirkiyeyê û wêneyên zarokên xwe va heta pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a DEM Partiyê meşiyan.

Dê û bavên ku bêdeng meşiyan, bangî zarokên xwe kirin ku teslîm bibin.

Nazli Sancara ku seba keça xwe ya Şeyma beşdarî çalakiyê bû, ji rojnamegeran ra got ku ew bi salan e seba bigihêjin zarokên xwe, têkoşînê didin.

Sancarê diyar kir ku ew piştgiriyê didin pêvajoya "Tirkiyeya Bêteror" û wiha dewam kir:

"Em bi saya vê pêvajoyê bigihêjin ewladên xwe. Êdî dê û bav wê negirîn. Bi salan e em ji bo zarokên xwe çalakiyan didomînin. Em ji bo pêvajoyê spasiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperwer Devlet Bahçelî dikin. Em timî ligel wan in jî. Em li benda ewladên xwe ne û pir şa ne."

Salîha Merta ku ji bo kurê xwe beşdarî çalakiyê bû jî wiha got, "7 sal e em seba zarokên xwe çalakiyên xwe didomînin. Bi pêvajoya Tirkiyeya Bêteror va welatê me wê xweştir bibe. Em li benda ewladên xwe ne, înşeallah em ê di dema herî kin da wan hembêz bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın