Malbatên Wanî nobeta ewladan a li ber Serokatiya Bajêr a DEM Partiyê domand
Van
Li Wanê malbatên ku zarokên wan revandine serê çiyê, vê hefteyê jî çalakiya xwe ya li pêşiya Serokatiya Bajêr a DEM Partiyê domand.
Malbatên ku li Kuçeya Menekşeyê civiyan, bi wêneyên zarokên xwe va heta pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a DEM Partiyê meşiyan.
Malbatan bangî zarokên xwe kirin ku ew teslîm bibin.
Abdullah Arslanê ku ji bo birayê xwe beşdarî çalakiyê bûye daxuyand ew 4 sal e çalakiyê dike.
Arslan bangî birayê xwe kir ku ew teslîm bibe û wiha axivî: "Birayê min bila were û teslîmî dewletê bibe. Em dixwazin DEM Partî van zarokan bîne. Wan 12 sal berê bi xapandinê birayê min birin û em xeberê jê nastînin. Welatê me pir xweş e, li vir cihê her kesî heye. Bi salan e em li cem dewleta xwe ne. Em dixwazin birayê min vegere û xêra wî bigihêje welatê wî."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
