Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Malbatên Wanî li ber deriyê avahiya DEM Partiyê nobeta ewladan domand

Bahar Tanrıtanır  | 07.08.2025 - Rojanekırın : 09.08.2025
Malbatên Wanî li ber deriyê avahiya DEM Partiyê nobeta ewladan domand

Van

 Li Wanê malbatên ku zarokên wan revandine serê çiyê vê hefteyê jî li ber deriyê avahiya Serokatiyê ya DEM Partiyê Parêzgehê nobeta ewladan domand.

Malbatên ku li Kolana Menekşeyê li hev civiyan, alayên Tirkî û wêneyên zarokên xwe hildan û heta ber deriyê avahiya Serokatiyê ya DEM Partiyê Parêzgehê meşiyan.

Dayik û bavên ku meşeke bê deng li dar xistin, banga teslîmbûnê li zarokên xwe kirin.

Gevaz Erdinça ku ji bo kurê xwe beşdarî çalakiyê bûye ji rojnamevanan ra got ew ji pêvajoya "Tirkiyeya Bêteror" hêvîdar in.

Erdinçê banga teslîmbûnê li kurê xwe kir û got, "Hêviya min e, ewê zarokên me vegerin. Înşellah ewê bi pêvajoya Tirkiyeya Bêteror, zarokên me vegerin. Em gelekî vê dixwazin. Kurê min heke tu min dibihîzî, yan tu min dibînî, were teslîm bibe."

Fevzî Yagmur jî anî ziman ku ev 10 sal e ji kurê xwe Kenan dûr e û xeber jê nestandiye û got, "Ev 10 sal e, ez li pey kurê xwe ketime. Heke ez xebera mirina wî jî bistînim ez dev ji vê dozê bernadim. Kurê min dewletê rê ji we ra vekir, werin teslîm bibin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın