Malbatên Wanî ji bo bigihêjin zarokên xwe li pêş avahiya HDPyê çalakî kirin

Van
Li Wanê malbatên ku ji revandina serê çiyê ya zarokên xwe HDPyê berpirsyar dibînin, li pêşiya serokatiya bajêr a partiyê çalakî kirin.
32 malbatên ku her hefte li ser kolana Cumhuriyetê dicivin, dowîzên ku li ser "Êdî bes e, ji pêsîra me derên", "Zarokên me wê nebin piyonên kesî", "Dayikên Wanê di nobeta ewladan da ne" û "Em zarokên xwe dixwazin" vekirin.
Malbatan dijî PKKya rêxistina terorê û HDPyê diruşme berz kirin û heta pêşiya Serokatiya Bajêr a HDPyê meşiyan, bertek nîşanî endamên partiyê dan û bangî zarokên xwe kirin ku bila werin û teslîm bibin.
Ji dayikên beşdarî çalakiyê bûn Salîha Mertê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku 7 sal e ji kurê xwe tu xeber hilnade û wiha pê da çû: "Terorîstên PKKyî kurê min bi xapandin birine. Kurê min li Stenbolê bi mêrê min ra dima. Ew xapandin. Ez gelekî lê geriyam û min ciyê wî bi cî kir. Ez bi tena serê xwe li pey kurê xwe çûm serê çiyê. Kurê min careke din nedan min. Ew hê biçûk bû û bi tiştekî nizanibû. Me ew nas nedikirin û nizanibû ew kî ne. HDP wê çawa heqê derd û kesêrên em dikşînin bide. HDP Tirkiyeyê heq nake û ez ê heyfa kurê xwe ji wan hilînim."
Mertê ji kurê xwe jî xwest ku bila were û teslîmî hêzên ewlehiyê bibe.
Îbrahîm Ereglî jî ji bo kurê xwe Nevzatê 7 sal berê hê 19 salî bi xapandin birine serê çiyê got ku ew ji bo ewladê xwe beşdarî çalakiyê dibe û wiha domand: "Heta kurê min vegere ezê çalakiya xwe bidomînim. Ji roja kurê min revandine heta îro ez çalakiyê dikim. Kurê min were û teslîmî dewletê bibe."