Malbatên Wanî çalakiya xwe ya li pêşiya Serokatiya Bajêr a Dem Partiyê domand

Van
Li Wanê malbatên ku PKKya rêxistina terorê zarokên wan revandine serê çiyê, vê hefteyê jî çalakiya xwe li pêşiya Serokatiya Bajêr a DEM Partiyê domand.
Malbatên ku li Kuçeya Menekşeyê civiyan, bi wêneyên zarokên xwe va heta pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a DEM Partiyê meşiyan.
Dê û bav demekê çalakiya rûniştinê kir û bangî zarokên xwe kirin ku teslîm bibin.
Nazli Sancara ku seba keça xwe beşdarî çalakiyê bû, ji rojnamegeran ra got ku ew Tirkiyeyeke wisa dixwaze ku teror lê tunebe.
Sancarê daxuyand ku bi salan e wan seba ewladên xwe têkoşîn da û wiha dewam kir:
"Em qet ji vê derê neqetiyan. Bi destûra Xwedê serkeftin wê bibe ya me. Em hemû em ê bigihêjin ewladên xwe. Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçeliyê ku pêvajoya Tirkiyeya Bêteror dan destpêkirin di serî da, em spasdarê hemû piştgirên pêvajoyê ne. Ez bendewarê xebereke xweş a ewladê xwe me û ji bo vê hêvîdar im. Vê gavê wekî ku ji bo me eyd be, em xwe wisa hîs dikin. Em hêvîdar û bendewar in ku îro sibe xebereke xêrê ji me ra were. Înşeallah zarokên me wê li me vegerin. Çavê me li rêya wan e."
Zumrut Salimê jî bangî kurê xwe kir ku teslîm bibe û wiha got, "Em bi pêvajoya Tirkiyeya Bêteror kelecanî bûn. Ez li benda wê rojê me ku bigihîjim kurê xwe."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.