Malbatên Wanî çalakiya xwe ya li ber Serokatiya DEM Partiyê ya Parêzgehê domand
 Bahar Tanrıtanır
                     Bahar Tanrıtanır
                Van
Li Wanê malbatên ku zarokên wan revandine serê çiyê, vê hefteyê jî çalakiya xwe ya li ber Serokatiya Parêzgehê ya DEM Partiyê domand.
Malbatên li kuçeya Menekşeyê civiyan, alayên Tirk û wêneyên ewladên xwe bilind kirin û heta pêşiya Serokatiya Parêzgehê ya DEM Partiyê meşiyan.
Dê û bavên ku vê hefteyê durişm berz nekirin û bêdeng meşiyan, bangî zarokên xwe kirin ku teslîm bibin.
Nazli Sancara ku ji bo keça xwe di çalakiyê da beşdar e diyar kir ku Pêvajoya Tirkiyeya Bêteror hêvî da wan.
Sancarê bal kişand ku ew dixwazin bigihîjin ewladên xwe û wiha dewam kir, "Me îro durişm berz nekirin, me dia kirin û em meşiyan. Înşelah êdî dayik dê negirîn û nûçeyên şehîdan dê neyên. Em Tirkiyeyeke bêteror dixwazin. 8 sal e em têkoşîna ewladê dimeşînin, em bi bendewarî li benda vegera ewladên xwe ne."
Saliha Merta ku ji bo kurê xwe di çalakiyê da beşdar e jî wiha xeberda, "Bi salan e em vê têkoşînê dimeşînin, em pir westiyan. Kurê min ez bangî te dikim, were teslîmî dewletê bibe. Înşelah herkes dê bigihîje ewladê xwe."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz. 
             
 
             
                                     
                                     
                                     
                                     
                                    